Ji bermahiyên şer dîmenên jiyanê
HATAY (DÎHA) - Li gundên ser sînorê navbera Hatay û Sûriyê ku 5 salin şer didome, welatiyên herêmê ligel şerê dijwar têkoşîna jiyanê didin û di bin şer de debara xwe dikin.
Welatiyên gundên ser sînorê di navbera Sûriye û Hatayê de dijîn 5 salin di bin bandor û çekan de diîjîn. Welatiyên gundên ser sînor ku ketin û derketin di bin kontrola leşkeran de ye, di nava zor û zahmet de têkoşîna jiyanê didin û debara xwe dikin. Li gundên Bukulmez, Bellen, Kuşakli yên navçeya Reyhanli, Kirikhan Yalangoz, Încîrlî, Serekanî, Tilê Bircê yên li ser sînor welatî di bin siya şer de dijîn. Welatî di bin gule û çekên giran de li herêmê çandînî, çotkarî û debarê dikin. Li van gundan ciwan li bajaran karên giran dikin, zarok jî di nava zeviyan de dixebitin. Jinên pîr jî ligel zarokan diçin nava zeviyan de di nava xwezayê de dijîn. Jinên ku di nava zeviyên çiyayên volkanîk de çandiniyê dikin têkoşîna wan a jiyanê bala mirovan dikişînin ser xwe.
(mae)