DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Buchner: Ocalan dikare di 6 mehan de çareser bike

 
29 Cotmeh
09:08 2016

AMED (DÎHA) - Endamê Parlamentoya Ewropayê û Parlamenterê Alman Klaus Buchner, da zanîn ku Tirkiye dikare bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji şerê ku ji ber polîtîkayên AKP'ê tê jiyîn xilas bibe lê hikûmeta AKP'ê ji vê re ne amade ye.

Endamê Parlamentoya Ewropayê û Parlamenterê Alman Klaus Buchner ku di nava heyeta Tevgera Tabana dijberî Nijadperestiyê yên Firansa Ewropa (EGAM) û Parlamentoya Ewropayê de cih digire û 3 rojan li Amed û Mêrdînê lêkolîn kirin diyar kir ku li hemberî tiştên ku wan li vir dîtine û guhdar kirine şaşwaz mane.

Buchner, da zanîn ku dema ji Ewropayê li Tirkiyeyê dinêrin rastiyan nabînin û wiha got: "Ji ber têkiliyên poîtîk ên di navabera Ewropa û Tirkiyeyê de çapemeniya Ewropayê kêm tiştan radigihîne gel. Me dizanîn ku li vir her du alî bi hev re şer dikin lê livir tiştên ku şer derbas dikin hene. Qadên sivîlan hatine topbarankirin, zarok hatine kuştin û laşên mirî harine parçekirin. Ev pêkanîn li dijî mafê mirovanin. Ez peyvekî ku tiştên min dîtine vebêje nabînim. Me li pişt têlan tazê ku hatibe şewitandin dîtin. Naxwazin gelê wir vegerin taxên xwe. Armanca wan ewe ku gelê vir koçber bikin, li wir avahiyên mezin çêbikin û bicihkirine. Dixwazin herêmê tune bikin."

Buchner, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "Bila dewlet du kesan rêbikin em ê pirsgirêkê çareser bikin" nirxand û ev tişt gotin: "Ji bo aştiyê hêza gelê kurd û Ocalan heye lê hêz û niyeta partiya îktîdarê û dewletê tuneye. Tirkiye guhdarî nêrînên kesekî nake. Divê destpêkê gundar bike. Li Ewropayê jî pêvajoyên wiha hatin jiyîn lê bi encam bûn. Çima li vir nebe. Welatiyên li vir bimantiqin dikare bi wan re aştî bê pêkanîn. Lê ve di demek kurt de pêk nayê. Li holê du alî hene. Ocalan dikare pirsgirêkê di nava 6 mehan de çareser bke lê hikûmeta Tirkiyeyê ji vê re ne amade ye."

Buchner, anî ziman ku ew ji zextên li Tirkiyeyê pir bibandor bûye û wiha axivî: "Ez livirim û min hemû tişt dîtin. Tişta ku em bikin divê em êşên li vir hatine jiyîn bidin xuyakirin û bi lezgîn tişrekî bikin. Hemû hevalên me yên di nava heyetê de dê raporan amade bikin em ê van raporan bikin yek û berfireh bikin. Ez ê ji Komîsyona Karên Derve ya Ewropayê û Wezareta Karên Derve ya Almanyayê re rêbikim. Hevalên me xebatên xwe yên dîplomasiyê didomînin û em ê zextan li Ewropayê bikin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN