DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şaredariyên AKP'ê xwezayê talan dikin

 
29 Cotmeh
09:09 2016

RIHA (DÎHA) - Baxçeyên Paşabagî yê sal 12 meh çandinî û çotkarî lê tê kirin, ji aliyê şaredariye ve tê astengkirin. Serokê Teşkîlata Parastina Mal ên Cotkara û Avdaniya Paşabaxi Adnan Felhan diyar kir ku şaredarî destûr nade welatî li baxçeyan çotkariyê bikin.

Baxçeyên Paşabagi yên Rihayê ku nêzî 5 hezar û 500 dolim e, ji 300 parselên baxçeyan pêk tê. Ev baxê ku sal 12 meh çandinî lê tê kirin û axa wî bi berekete e ji aliyê şaredariyê ve çandinî lê tê astengkirin. Serokê Teşkîlata Parastina Mal ên Cotkara û Avdaniya Paşabagi Adnan Felhan diyar kir ku demên borî erebeyên hespan hebûn û wiha got: "Lê şaredariyê ev erebe tev şikandin. Gelek baxçe ji îmarê re hatiye vekirin. Me xwest ku dîsa erebeyên hespan bên bikar anîn. Lê qebûl nekirin. Şaredariyê got dê maşineyan bigrin û mesrefên maşineyê ji sedî 50 bidin wan. Disa boruyên ava yên di bin rêyan de diçin nava baxçeyan şaredarî ew kepçeyan teqandin."

Li vî baxçeyî 12 mehan çandinî tê kirin

Felhan, destnîşan kir ku li vî baxçeyî salê 12 mehan çandinî û çotkarî tê kirin û wiha got: "Li baxçeyan Paşabaxi çandiniya bacanên reş, firengî, pûjan, bexdenûs, pirpar, silk, fasûlî û hwd. tê kirin. Ji sedî 15 cotkar li vir berhemên xwe bi xwe difiroşin. Yên din jî li halê bi rêya komîsyonan difiroşin. Di sala 2007'an baxçe bi ava Balikligol û avên kanalizasyonan dihat avdan. Ji sala 2007'an de heya niha ji bi ava Bendava Firatê tê avdan. Îsal li bacanên reş bexdanûs, tere û roka xesar bû. Seravanî zêde nîne. Cotkar hilberîna xwezayî dikin lê belê xesar dibe. Ji ber ku kooperatif nîne deramet naçin derveyî bajêr. Rê nîne zivistanê dibe herî ji havînê ji dibe toz.

Cotkarê bi navê Mehemed Çakir jî anî ziman ku baxçe bi 23 hezar tl kîra dike û wiha got: Ji seat 5'an heya seat heftan di bin germiya Rihayê de li vir diminin û çapa çandinî û avdani dikin. Ev karê em dikin ji mêj ve heye. Deynên min hene. Tiştek nakeve destê min. Berhemên ji salê ji tê girtin têra me nake."
Çakir di berdewama axaftina xwe de got ku, ew berhemên xwe bi rêya sîmsaran difiroşin û fêda wan namîne. Civaniyê me dibe extiyariyê ji xwedî nake. Salên berê kezenc hebu niha nine. piştevanî nine. Derametên em didin 50 kuruşî market ji 1,50 lireyî difroşe. Ez ji baxçeyan hez dikim direvim û têm li vir."

Cotkarê bi navê Hasan Hidiroglu ji serê sibê heya bangê evarî li baxçeyan dixebite. Hidiroglu got ku, "Salê ji baxçeyan sê caran deramet tên standin. Keda li vir tê dayîn firotina deramatan a li bazaran ji hev pir cudaye. Vergiyên ji baxçeyan diçe şaredariya pir zêdeye. Lê şaredarî carekê ji ne got rêya we heye? Zivistanê gerideyên hespan nebin debr dernakeve. Ger rê bên asfalf kirin baştire. Kezenc nine. Ji ber ku kezenc nine ji karker ji gelek dirav nastine. Em ji şaredarî û parlementeran alîkarî dixwazin.

(mhy/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN