Piştî Foçayê li Çandarliyê skandala ava qirêj
ÎZMÎR (DÎHA) - Piştî Foçayê niha jî derket holê ku li taxa Çandarliyê ya Dîkiliyê ava qirêj a ku nehatiye parzinkirin berdidin nava deryayê
Li Foçayê ji ber ava qirêj ber dida behrê qirêjî derdiket holê, niha jî li Dîkîlî Çandarliyê ev pêkanîn derkt holê. Ji ber ava parzînkirinê ya li nêzî sîteya Alkoru ya taxa Çandarli ber didin behrê qirêjî tê jiyîn.
Bakurê Egeyê ku bi talankirina xwezayê dikeve rojevê, piştî li Foçayê ava qirêj berdan behrê, niha jî bi skandalek qirêjî ket rojevê. Ji ber ava parzînkirinê ya li nêzî sîteya Alkoru ya taxa Çandarliyê ya navçeya Dîkîliyê ber didin behrê qirêjî tê jiyîn. Ji ber ava qirêj berdidin behrê welatiyên derdor ji ber bêhna li derdor belav dibe bêhizûr dibin û qirêjiya heyî gefê li tendirûstiye wlatiyan dixwe.
Beriya 2 salan li heman herêmê ji ber ava qirêjiya ya tesîsa parzînkirinê bi riya çokan herikandibûn behrê û ji ber vê qirêjiyê rûya welatiyan birîn bibûn û laşê wan çerm radikir. Dîsa li heman herêmê masî mirîbûn û hêjamara zindiyên li herêmê kêm bibûn. Bijîşkan diyr kiribûn ku divê zarok nekevin behrê.
Midûryeta Karên Avê ya Şaredariya Dîkîliyê derbarê mijarê de diyar kiribûn ku tu agahiyan wan ji rewşa tê jiyîn tune ye.
Rayedaran diyar kirin ji bo agahiyan divê xwe bigihînin rêvberiya sîteyê, piştî hilbijartinên herêmî karên rijandina ava qirêj ÎZSU'yê girtiye ser xwe û îdîakirin ku tesîs ji aliyê wan ve tên pêkanîn. Keyayê taxa Ada Zafe Agaç jî diyar kir ku tiştek wiha ne mimkûne û nikarin ava qirêj berdin behrê.
Welatî ji rewşa heyî bi fikarin. Welatiyê bi navê Hakan Şen ê ku li herêmê qirêjî lê tê kirin dijî da zanîn ku ji ber ava qirêj ber didin behrê, gerfê li jiyana zarokên li ber behrê dilîzin û zindiyên li herêmê dixwe.
Şen, anî ziman ku îsal di mehên havînê de qirêjiyek xirap ne hat jiyîn û wiha got: "Lê bi werza biharê re behr qirêj bûye. Di demên ku ba hebe bêhnek nexweş li derdorê belav dibe. Ez bang li rayedaran dikin ku tişta pêwîst bikin."
(mb)