10 meh in rapora înfazê nadin malbatan
WAN (DÎHA) - Di ser înfaza 12 endamên HPG'ê re re10 meh derbas bûn. Lê heta niha tu lêpirsîn nehatiye amadekirin. Li gel ku raporên otopsiyê hatin amadekirin jî raporê nadin malbat û parêzeran.
Di 10'ê Çileya 2016'an de li taxa Yenî ya Artemêtê tîmên taybet bi ser malekê de girtibûn û 12 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Saziya Tipa Edlî ya Meletiye der barê cenazeyan de rapor amade kir, lê heta niha rapor nedane malbat û parêzeran. Dozgerê Wanê jî bi sedema der barê dosyayan de biryara veşartinê daye agahiyan nade malbatê. Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, diyar kir ku dewlet li şûna mafê welatiyan ê jiyanê biparêze kuştinê tercih dike. Ozgokçe, anî ziman ku divê bêyî li nasnameya wan binere wan bi saxî bigire û piştre wan darizîne û wiha got: "Lê li şûna wan bi saxî bigire înfazê tercîh dike."
Ozgokçe, da zanîn ku dozger bi hinceta veşariyê dosyayê nade malbat û parêzeran û wiha berdewam kir: "Ger ku der barê dosyayekê de biryara veşartinê hebe, ev nişan dide ku dixwazin ser wê veşêrin. Em di vê bûyerê de dizanin ku înfaz heye. Lêkolîna Toksitê hat kirin. Di lêkolîna Meletiyê de hin tişt derketin holê, lê piştre pêşketin çênebû. Hêj agahî nedane malbat û parêzeran. Di bin navê "Biryara veşarî heye" de hemû agahiyan vedişêrin û li gorî xwe sererast dikin. "
'Em dê bişopînin'
Ozgokçe, bibîrxist ku li gel derfetên ku karibin otopsiya cenazeyên HPG'iyan li Wanê bikin heye jî cenazeyan dibin Meletiyê û dixwazin bi vî rengî agahiyan ji malbat û parêzeran veşêrin û wiha berdewam kir: "Demek pir dirêj derbas bibe jî înfaza 12 HPG'iyan li Wanê bi vî rengî gelek înfaz pêk hatin. Heta em encamê bi dest bixin em dê lêpirsîn û lêgerînê bidomînin û em dê heta dawî hesap bipirsin. "
Şahidên bûyerê: Şer çênebû
Şahidên înfaza 12 gerîllayên HPG'ê jî diyar kirin ku tu şer çênebû û di 10'ê Çile de maşîyeyên zirxî mal dan ber guleyan û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şahidan, anîn ziman ku piştî bûyerê saziyên sivîl ên civakî çûn cihê bûyerê û dîtin ku li herêmê şer derneketiye û hatine înfazkirin.
Têkildarî mijarê HGP'ê jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku 12 gerîllayên HPG'ê hatine înfazkirin.
(mae)