'Em destûr nadin qeyûm tayînî şaredaiyê bikin'
AMED (DÎHA) - Gelê Kurd bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin dê xwedî li şeredariya xwe derdikevin.
Bertekên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê zêde dibin. Gelê Amedê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredarên xwe dan û diyar kirin ku çalakiyên ku tên lidarxistin rewane.
'Bila dorpêç rabe'
Dayîka 60 salî Henîfe Solmaz diyar kir ku ew dixwazin Hevşaredarên wan bê berdan û wiha got: "Bila Hevşaredarên me berdin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin ku dorpêça li ser şaredariyê rabe û hevşaredar vegerin ser karê xwe. Ji bo şermezarkirina binçavkirinan karkerên paqijiyê dest ji kar berdane û otobusên şaredariyê naxebitin. Ev mafek rewaye lê gel mexdûr bûye."
'Derdora me çop be jî em hevserokên xwe dixwazin'
Welatiyê 56 salî Alî Şahîn jî anî ziman ku şaredariya wan başbû, ji xebatên şaredariyê razî bûn û got: "Dewletê hevşaredarên me binçav kirine. Dorpêça li ser şaredariyê zilme. Xebatkarên şaredariyê dest ji kar berdane, mafdarin. Ev karên şarediyê bi polîs û leşkeran nayê meşandin. Dewlet dixwaze vîna gelê me bişikîne lê em ê destûr nedin vê. Derdora me hemû bibe çop jî em hevşaredarên xwe dixwazin, bila hevşaredarên me bên berdan."
'Em pakijiyê nakin'
Xebatkarê paqijiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Turan (45) jî bi lêv kir ku dewlet li dijî gelên kurd zilm pêk tîne û wiha got: "Dewletê di bin navê biratiyê da her tişt kir. Dewletê niha dest avêtiye şaredariyên me. Ev ji bo gelên me û ji bo xebatkaran tiştek pir xemgîne. Îro tu xebatkarên şaredariyê naçin ser kar. Bila dewlet ne fikire ku gel bêndenge. Gel li kolanane û dengê xwe bilind dike. Gelê me xwedî li hevşaredarên xwe derdikevin û heta hevşaredarên me neyên berdan em naçin ser karê xwe. Em li dijî zilma dewletê serê xwe natewînin û divê gel bi çalakiyên xwe bersivê bide polîtîkayên dewletê yên qirkirinê."
'Dewlet gel mexdur dike'
Welatiyê 55 salî Celal Yilmaz jî destnişan kir ku dema îradeya gel di bin çavanda be divê kesek neçe ser kar û ev tişt gotin: "Şaredarî ya gelê Amedê ye. Dixwazin qeyûm tayînî şaredariya me bikin. Em ê destûr nedin qeyûmê û em hevşaredariyên vîna gelin dixwazin. Dewlet bi dorpeçê gel mexdur dike."
Serokê ESP'ê yê Amedê Ramazan Karakaya destnîşan kir ku ev êrîşên li dijî şaredariya Amedê li dijî statuya gelê kurd e û wiha got: "Li li ser vîna gel êrîşek heye. Em binçavkirina qebûl nakin. Xebatkarên dewletê ji bo polîtîkayên dewletê şermezar bikin dest ji kar berdane. Ger îro êrîşî hevşaredaran dikin dê sibe êrîşî parlamenteran jî bikin, ji ber wê li darxistina her çalakiya mafê rewa yê gelê kurde." Karakaya, di dawiya axafitina xwe de wiha got:"Em piştgiriyê didin xebatkarên şaredariyê. Ev çalakiya karkeran çalakiyek rewa ye. Xebatkar hevşaredarên xwe dixwazin û nikarin di bin dorpêça polîsan de bixebitin."
(ra-rd/mb)