DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi hinceta 'cih tuneye' 4 meh in di hucreyê de tê girtin

 
29 Cotmeh
10:05 2016


ANTALYA (DÎHA)
- Girtiyê bi navê Şervan Yilmaz ê li Girtîgehat Tîpa L a Antalyayê tê girtin bi hinceta ku li girtîgehê cih tuneye 4 meh in di hucreyê de tê girtin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtiyê bi navê Şervan Yilmaz bi hinceta ku li girtîgehê cih tuneye 4 meh in di hucreyê de tê girtin. Dayika Yilmaz, Ayfer Yimza anî ziman ku di hevdîtinê de kurê wî tiştên ku jiyaya vegotiye, kurê wê îtirazî van pêkanînan kiriye û xwestiye sewqî girtîgehekî din bê kirin lê îdareya girtîgehê qebûl nekiye. Yilmaz destnîşan kir ku li ser vê yekê kurê wê dest bi greva birçîbûnê kirine, 13 roj in di grevê de ye, kurê wê nexweş e û nayê dermankirin ji ber ku li hucreyê tê girtin nikare bêhnê bigire.

Yilmaz da zanîn ku parêzeran jî bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin pêk anîne lê encamek derneketiye, her ku diçe rewşa kurê wê girantir dibe. Yilmaz got ku 4 mehan bi hinceta cih tuneye di hucreyê de girtin tiştekî ku bê îzahkirin nînen û wiha axivî: "Heke li girtîgehê cih tuneye bila bişînin girtîgehekî din. Çima vî îşkenceyê dikin." Yilmaz got ku ger rewşa kurê wê baş nebe ew ê jî dest bi greva birçîbûnê bike, banga bihistiyariyê li raya giştî kir.

Têkîldarî mijarê rayedarên girtîgehê bersiv nedan telefonên me.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN