Qeyûm bi zorê dixwaze Esnafên Cizîrê alê li dikanan bixin
29 Cotmeh
10:22
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî Qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, Qeyûm zorê li esnafan dike ku ala tirk bi dikanên xwe veke û gefan li esnafan dixwe.
Li navçeya Cizîrêya Şirnexê piytî Qeyûm tayînî şaredariyê ha kirin, Qeyûm niha ji hemû esnafan bi zorê dixwaze ku li kargerî û dikanên xwe ala tirk dakin. Qeyûm bi hinceta 29'ê Cotmehê Roja Cejna Komarê dixwaze ala tirk bi dikanên xwe vekin. Qeyûmê gef li esnafan xwar û anî ziman ku yên ala tirk bi dikanên xwe veneke dê der barê wan de lêpirsînê veke.
Qeyûmê bi riya zatitayan bang kir û got "Bi minasebeta 29'ê Cotmehê Cejna Komarê, divê hemû saziyên fermî û kar mecbûrî alê bi dikanên xwe vekin. Ji bo cihê ku alê venekin dê lêpirsîna zafonî bê destpêkirin.
(mae)