DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Komkujiya Roboskî şermezar kirin doz li wan vebû

 
29 Cotmeh
10:48 2016

MELETÎ (DÎHA) - Ji 70 xwendekarên Zanîngeha Înonu yên Komkujiya Roboskê şermezar kirin, der barê 44 kesan de doz hat vekirin.

Xwendekarên Zanîngeha Înonu yên Melêtîyê di 28’ê Kanûna 2015'an de komkujiya Roboskê şermezar kiribûn. Piştî çalakiyê 70 xwendekarên kurd hatibûn binçavkirin û li dozgeriyê 68 kes hatibûn berdan û 2 kes hatibûn girtin. Ji 70 kesan der barê 44 xwendekarên kurd yên Zanîngeha Înonu de doz hat vekirin.

Doza der barê 44 xwendekaran de hat vekirin li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat qebûlkirin. Dozger der barê xwendekaran de bi îdîaya “Birîndar kirine”, “zerar dane malê cemaweriyê”, “Li dijî peyvirdaran di ber xwe dane” doz vekir.

Rûniştina dozê dê di 16’ê mijdarê de li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê dîtin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN