NY: Bila Tirkiye hurmetê nîşanî mafên mirovan bide
 
								
							NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)  - Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyanî dan û xwestin Tirkiye hurmetê ji mafên mirovan re bigire û li hemberî mafên mirovan rêzdar be. 
Piytî Yekîtiya Ewropa û DYA'yê Tirkiye hişyar kir û xwest hurmetê nîşanî mafên mirovan bide, niha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî daxuyanî da û Tirkiye hişyar kir. Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyanî dan û xwestin Tirkiye hurmetê ji mafên mirovan re bigire û li hemberî mafên mirovan rêzdar be.  Li ser navê NY ku navenda  wê li Cenewre ye Berdevkê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasanî daxuyanî da û anî ziman ku 2 kesên bi riya demokrasiyê hatine hilbijartin hatine binçavkirin. Di demên dawî de li bajarên kurdan gelek nûnerên kurdan ji kar tên dûrxistin û li şûna wan qayûm tê tayînkirin. Ev mînaka herî dawî ye. 
Shamdasani, di civînê de têkildadrî pêkanînên li Tirkiye civîna çapemeniyê pêk anî û wiha got: "Em dixwazin di serdema OHAL'ê de zagon, pîvan, mafên mirovan û hiqûqê bi bîra Tirkiye bixin. Divê hurmetê nîşanî mafên mirovan û hiqûqê bide." 
(mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							