Xwendekarên DTCF'ê hatin binçavkirin
 
								
							29 Cotmeh
									
										11:14
										2016
									
								ENQERE DÎHA) - Polîsên TEM’ê serê sibê bi ser malên xwendekarên DTCF'ê de girt û 6 xwendekarên kurd binçav kirin. 
Polîsên TEM’ê serê sibê bi ser gelek malên xwendekarên Zanîngeha Enqereyê de girt. Polîsan di serdegirtina malên xwendekarên Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman (DTCF) de 6 kes binçavkirin. Xwendekarên ku hatin binçavkirin wiha ne: Hayrettin Arslan, Hakan Demir, Bahri Kusur, Mehmet Emin Akin, Enes Karakuş, Macit Arslan.
Li aliyê din polîsên bi ser mala Kubra Kiliç  de girtin, li malê lêgerîn kirin û ji ber Kilç ne li malê bû ew binçav nekirin û çûn. 
(mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							