Ceza da Hevşaredar Bakirhan
29 Cotmeh
									
										14:09
										2016
									
								
SÊRT (DÎHA) - 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" ceza da Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan. 
Dozgerê Komarê yê Sêrtê, der barê Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan de bi hinceta di 15'ê Sibata 2015'an de beşdarî daxuyaniya çalakiyê bûye  de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir. Rûniştina Doza Bakirhan li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê  hat dîtin. Heyeta dadgehê jî bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" ceza da Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan.  Doz duh hat dîtin û parêzerên Bakirhan amade bûn. Heyetê der barê Bakirhan de salek ceza birî û ceza taloq kir. Parêzeran diyar kirin ku dê ceza îtîraz bikin.
(mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							