Leşkeran ciwanekî bi îşkenceyê binçavkirin
 
								
							29 Cotmeh
									
										20:55
										2016
									
								ŞIRNEX  (DÎHA) – Li Silopiyayê leşkeran ciwanê bi navê Celîl Bordogan derb kirin û ew binçavkirin. 
Li gundê Rihaniyê yê navçeya Silopiyaya Şirnexê leşkerên ku bi ser malan de girtin ciwanê bi navê Celîl Bordogan bi îşkenceyê binaçvkirin. Leşkerên ku li malê lêgerîn kirîn ewil cilên Bordogan jê kirin û îşkence lê kirin. Leşkerên ku îşkence pêk anîn, ava sar bi laşê Bordogan de kirin û pişt re ew birin Qereqola Cemdermeyan a gund.
Hate hînbûn ku Bordogan hîn li qereqola gund tê ragirtin.
(kom/no/red)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							