DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

16:45 24/9/2016
 
KJA li Meletiyê bi jinan re hat cemhev
Hevparên KJA'yê li Meletiyê bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" ji bo jinan panelek li darxist.
15:37 24/9/2016
 
Yuksekdag: Jin dê xwedî li vîn, ax û nasnameya xwe derkevin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yukserkdag diyar kir ku dê jin li hemberî zext û zilmê nasname û axa xwe biparêzin û wiha got: "Em jin ji zilmê natirsin. Ligel hemû zext û astengiyan jin dê xwedî li vîn, ax û nasnameya xwe derkevin."
22:16 23/9/2016
 
Li Îzmîrê şîdeta li hemberî jinan hat protestokirin
Li Îzmîrê Koma Çalakiyê ya Jinan şîdeta li hemberî jinan a di demên dawî de zêde bûye protesto kirin.
11:38 23/9/2016
 
Serokwezîr ji bo şîdetê rê nîşan dide
Bertekên li hemberî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên ji bo kesên binêvê Abdullah Çakiroglu ku ji ber "şort" li xwe kiriye êrîşî jina bi navê Ayşegul Terzî kir, zêde dibin. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin diyar kir ku Serokwezîr rê nîşanî kesên li hemberî jinan şîdetê bikar tînin dide.
09:14 23/9/2016
 
Jin şîfayê li xwezayê digerin
Jinên ku li taxa Pîmeyremê ya navçeya Qelqeliyê dijîn bi gihayê hewajo ku ji qontara çiya kom dikin derman çêdikin û di dermankirina birînên şewatê û birînên din de bi kar tînin.
14:07 22/9/2016
 
Jinên Wanê ji bo hevdîtinê amade ne
Li Wanê di çarçoveya kampanyaya KJA'yê ya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" ji bo hevdîtina jinan bang hat kirin.
16:53 21/9/2016
 
Jinan ji bo azadiya Ocalan çalakî li darxistin
Jinên kurd, ji bo azadiya Ocalan li ber Parlamentoya Ewropayê çalakî li darxistin û azadiya Ocalan xwestin.
14:34 21/9/2016
 
Ji ber êrîşên zayendî nikarin ji çadiran derkevin
Jinên penaber ên di kampên li Rihayêde dijîn nikarin ji tirsa êrîşên zayendî ji konan derkevin. Jinan diyar kirin ku jiyana li vir ji bo wan gelek dijwar e.
13:04 21/9/2016
 
Irmak: AKP li dijî jinê DAIŞ'ê mînak digire
Wekîla HDP'ê Selma Irmak, îşkenceya li gerîllaya li Şemzînanê bi birîndarî hat girtin, hat kirin şermezar kir û got: "AKP di dijminantiya li dijî jinê de, DAÎŞ’ê ji xwe re dike mînak."
09:15 21/9/2016
 
Mutlu: Di hedefa qeyûman de pergala hevserokatiyê heye
Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku di hedefa qeyûman de pergala hevserokatiyê heye.
09:09 21/9/2016
 
Bi EKO-JIN'ê berhemên xwe diafirînin
Berhemên li navçeya Pulurê di bin banê EKO-JIN'ê de tên afirandin, hem hevrejiyana jiyan saz dike û hem jî berhemên ku ji hêla jinan ve tên afirandin dibe bingeha aboriya wan.
09:12 20/9/2016
 
Keda jinê dê li xana jinê bê pêşandan
Jinên ku di bin baneya Kooperatifa Keda Jinê ya Şaredariya Elbakê de kom bûn, dê hilberîn û berhemên keda xwe bi destê xwe li Xana Jinê bazar bikin û bifiroşin.
12:37 19/9/2016
 
'Qeyûm êrîşa li dijî destkeftiyên jinê ye'
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Wekîla HDP'êya Sêrtê Besîme Konca, diyar kir ku tayînkirina qeyûmê êrîşa li dijî destkeftî û têkoşîna jinê ye. Konca xwest hemû jin yekîtî û têkoşîna xwe ji her demê bêtir xurtir bikin.
13:00 18/9/2016
 
Akel: Têkoşîna jinê dê qeyûmê têk bibe
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, desteserkirina şaredariya Êlihê şermezar kir û wiha got: "Qeyûm li hemberî pergala hevserokatiyê derbeye. Li hemberî qeyûmê têkoşîna jinê dê biserbikeve."
09:04 16/9/2016
 
Ji tovê heta xwaringehê afrîneriya jinê
Di bin banê Kooperatîfa Jinê ya Ekîn bi dirûşma 'Ji çandinê heta tovê' îsotên tên çandin û piştre tên berhevkirin, piştre dibe salçe û ji bo xarinê tê amade kirin, hem jî ji bo aboriyê dibe çavkaniya debarê.
09:02 16/9/2016
 
'Li dijî qeyûman berxwedan deynê stûyê me ye'
Jinên ku li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku ev li dijî îradeya jinan êrîş e û peyama "Tiştên ku diqewime darbeyeke sivîl e. Li hemberî vê darbeyê berxwedan deynê stûyê me ye" dan.
10:25 15/9/2016
 
Li Enqerê cenazeyê jinekê hat dîtin
Li cadeya Fatîhê ya paytext Enqerê cenazeyê aydî jinekê hat dîtin.
09:14 14/9/2016
 
'Qeyûm destserkirina vîna jinê û pergala hevşaredariyê ye'
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li hemberî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku desteserkirina 24 şaredariyan jibilî êrîşa li dijî vîna gelê kurd di heman demê de desteserkirina pergala hevşaredariyê û vîna jinê ye.
09:04 13/9/2016
 
'Bi qeyûmê dest danîn ser maf û azadiya jinê'
Rêxistinên jinan bal kişand ser qeyûma ku vîna gelê kurd tune dike û aşkera kirin ku ev di heman demê de êrîşeke li dijî "hevserokatiyê" ye û wekî pêkanînke "dijminane" şîrove kirin.
09:14 12/9/2016
 
Têkoşîna jinan ji bo wê bû îlham
Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Yildiz Çetîn diyar kir ku ji têkoşînan jinên kurd îlham girtiye û ketiye nava siyasetê wiha got: “Gotina me ji bo tu deran derbas nebe jî em dikarin bedena xwe kontrol bikin û bedan û îradeya xwe datînin holê.”

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN