DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

09:01 28/8/2016
 
Jinên Palûkeyê ji bo hûnerê dicivin
Jina bi navê Derya Dal ku li Bajaroka Palûkeyê di çarçoveya xebatên hunerî yên Şaredariya Sûrê de fêrî erbaneyê bûye, bi coşek mezin xebatên xwe yên mûzîkê didomîne. Dal anî ziman ku ew di zarokatiya xwe de ji muzîkê hez dike û wiha got: “Xeyala min ew e di komekî de cih bigirim û di şahiyên li gundan de li erbaneyê bixim.”
08:59 28/8/2016
 
Dayîkên Aştiyê: Mifteya aştiyê Ocalan e
Endamên Meclisa Aştiyê ya Êlihê balkişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxuyandin ku ji jiyana wî bifikar in. Dayîkan xwestin ku di zûtirîn demê de bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û wiha gotin: "Birêz Ocalan mifteya aştiyê ye. Di demek ev qas şer mezin bûyî de, tekane riya çareseriyê Ocalan e."
09:14 27/8/2016
 
‘Divê herkes bi Şirnexiyan re bibe yek rih’
Xebatkarên jin ên Şaredariya Şirnexê û Endamên Jinê ya Ji bo Aştiyê, ji bo jinên Şirnexê yên ku 6 mehin di konan de li ber xwe didin paketên taybet amade dikin. Endama Hewildana Jinê ya Ji Bo Aştiyê Macîde Şîmşek diyar kir ku ji bo gelê Şirnexê ya herî girîng têkiliye û wiha axivî: “Divê her kes bi gelê Şirnexê yê berxwedêr re bibe yek rih û piştgiriyê bide berxwedana wan.”
09:02 27/8/2016
 
'Em di azadiya Ocalan de bigihîjin hev'
Li Îzmîrê endamên KJA'yê diyar kirin ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya jinan e û bang li hemû jinên Tirkiyeyê kirin xwestin piştgiriya kampanyaya wan a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derkedivim" dane destpêkirin bikin.
09:11 26/8/2016
 
Bi piştevaniya jinan amadekariya zivistanê
Li gundê Qewaxê ya Agiriyê jin bi hevre ji bo zivistanê amadakariyê dikin.
09:14 22/8/2016
 
Dê bi Alên Mor wekheviya jin û mêr pêk bînin
Sala çûyî li Amedê ji bo di kargehan de îstihdama jinên bê zêde kirin, pêkanîna Ala Mor hatibû destpêkirin, pêvajoya duyemîn dest pê kir. Midûra Şaxa Bihêzkirina Aboriya Jinê û Seroka Dayreya Polîtîkaya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin Fatma Esmer, diyar kir ku pi serdema duyemîn re dê tenê Ala Mor nedin, di heman demê de wekheviya jin û mêrê jî pêk bînin.
09:09 21/8/2016
 
Rêxistinên jinan: Em ê mafê xwe yê xwendina Ozgur Gundemê biparêzin
Rêxistinên jinan ku nerazîbûn nîşanî girtina rojnameya Ozgur Gundemê dan, diyar kir ku bi vê êrîşê xwestinê weşanek azadiya jinê diparêze bêdeng bikin. Rêxistinên jinan bi gotina, "Ev rojname li hemberî medyaya hewizê rastiyan tîne ziman. Ji ber vê em mafê xwe yê xwendina Ozgur Gundemê diparêzin" balkişandin ser girîngiya rojnameyê.
09:28 20/8/2016
 
78 jin bo lêkolînên der barê avhewayê de çûn Antarktîkayê
Dê çarçoveya bernameya kifşa jinê de mirovên zanyar ji bo 3 hefteyan lêkolînan pêk bînin. Ev lêkolînên dê li Antarktîkayê pêk bên, dê statuya jinê ya di aliyê zanyariyê de bilind bike.
09:04 20/8/2016
 
Pirsgirêka bazarê dijîn
Jinên ku li Atolyeya Jinê ya Hêvî ya di bin banê Şaredariya Êlihê de 5 mehan perwerde bûn, hînî dirûn, çêkirina berik û kuaforiyê bûn. Jinên ku bi kolektîfa ku çêkirine tiştên xwe difiroşin bang li hemû kesan kirin û xwestin berhemên ku ew bi keda destên xwe çêdikin bikirin.
09:13 18/8/2016
 
Herî zêde jin li Çukurovayê tên qetilkirin
Li gorî lêkolînan li Tirkiye jin heri zêde li herêma Çukurova tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Li gorî lêkolînan li Çukurovayê di 3 mehan de 10 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin û 9 jin jî rastî tundiya mêr a zayendî hatin.
15:19 17/8/2016
 
Polîsan mudaxaleyî çalakiya dayikan kir
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ku ji gelek bajarên Kurdistanê hatin Amedê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê piştî hewldana darbeyê jê agahî nayê girtin çalakî dan dastpêkirin. Parka ku dê nobet bê girtin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan bi gefan dayik asteng kirin. Li Wanê jî dayikan piştî daxuyaniyê çalakî dan destpêkirin.
09:14 17/8/2016
 
'Em serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin'
Jina bi navê Fîlîz Araci li navçeya Seravê ya Wanê di sala 2004'an de yekane jina salona kuaforê ava kir e, Araci diyar kir ku wê derfetên aboriya xwe bixwe ava kiriye, bang li jinan kir ku ew jî di aliyên aborî de karên xwe bi destên xwe bixin.
09:04 17/8/2016
 
Girtiyên jin li hemberî binpêkirinan li ber xwe didin
Rêvebera TUHAD-FED'ê Dîlek Ozer a binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li hemberî girtiyên jin ku piştî OHAL'ê zêde bûn nirxand diyar kir ku girtî di bin Pêkûtî û îşkenceyan de ne. Ozer anî ziman ku wisa ye gardiyanên zilam dikevin qawûşan û bi ser qawîşan de digirin, di serdegirtinan de zarok jî tên tazîkirin û lêgerîn tê kirin, girtiyên jin li hemberî van binpêkirinan li ber xwe didin.
16:52 14/8/2016
 
Jin dê li Stenbol û Edeneyê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
Hevparên KJA'yê di çarçoveya kampanya "Ez li Rêberê xwe axa xwe û azadiyê xwedî derdikevim" ku li Amedê da destpêkirin, li Stenbolê jî start dan. Li ser navê Koordînasyona KJA ya Stenbolê Besra Îşsever, diyar kir ku jinên Tirkiye ji bo pêşerojek azad dê bi hevre aniya demokrasiyê mezin bikin. Endamên KJA'yê dê li navçeya Seyhanê ya Edeneyê li ber avahiya Nûnertiya Taxa Barbarosê ya Seyhanê ji bo azadiya Ocalan çalakiya rûniştinê li dar bixin,
09:11 14/8/2016
 
'Xwerêveberiyê ruhê 15'ê Tebaxê ji nû ve zindî kir'
Endama MYK a DBP'ê Fatma Gul destkeftiyên 15'ê Tebaxê ya ji bo têkoşîna jinên kurd nirxand diyar kir ku bi 15'ê Tebaxê ve jinan li dijî feraseta dewletê ya desthilatdar serî rakirine, koletiya bi sedan salan red kirine. Gul anî ziman ku ruhê 15'ê Tebaxê bi pêşengiya jinên kurd li qadên xwerêveberiyê bûne sembol û banga "Em ruhê 15'ê Tebaxê xurtir bikin" kir.
09:11 13/8/2016
 
Xebatên ‘Kooperatîfa Keda Jinê’ dest pê kir
Şaredariya Elbakê, di bin banê Kooperatîfa Keda Jinê de dest bi perwerdehiyên atolyeya jinê kir.Hevşaredara Elbakê Aynur Tarhan diyar kir ku jin bi koperatîfê ve girêdayî kesekî nebin û bikaribin li ser piyên xwe bisekinin.
09:26 11/8/2016
 
'Em ê hişmendiya zilam bişkînin'
Serokatiya Daîreya Xizmeta Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê projeya jinên ajovan pêş xist û êdi li Amedê jin ajokariya otobusên şaredariyê dikin. 10 jinên perwerdehiya ajotvaniyê ditin dest bi xizmeta ajotvaniyê kirin. Jinên ajovan diyar kirin ku ew ê bi ajotina otobusên gel nêrîna zilam û civakê neyînî ya li hember jinê biguherîn in û dê ajokariya wan ji bo gel bibe mînak.
08:56 10/8/2016
 
Jin ji bo azadiya Ocalan seferber dibin
Jinên kurd di çarçoveya kampanya KJA'yê ya “Ez li Rêberê xwe axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim" ji bo azadiya Ocalan seferber dibin. Jin dê 6 mehan bê navber ji bo azadiya Ocalan li tax û kolanan xebatên cûr be cûr pêk bînin. Rojava sereke ya jinan dê azadiya Ocalan be.
19:54 09/8/2016
 
KJA'yê li Elihê ji bo Azadiya Ocalan dest bi kampanyayê kir
Kongreya Jinên Azad (KJA), bi şîara "Ez li Serokê xwe axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevin" li Êlihê kampanya azadiya Ocalan da destpêkirin.
18:29 09/8/2016
 
Uca: Bila kes bi agir nelîze
Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, di çarçoveya kampanya KJA'yê ya li dijî tecrida Ocalan daye destpêkirin de bi jinên Çinarê re civîn pêk anî. Uca, di civînê de diyar kir ku Ocalan xeta wan a sor e û wiha got: "Bila kes bi agir nelîze. Ew jî dê bişewitin."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN