DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

13:17 24/10/2016
 
Ketin û derketina gundên Bedlisê hat qedexekirin
Li gundên Olek û Oleka Jor "Qedexeya Dertetina Kolanan" hat îlankirin. Hat diyarkirin ku amadekariya operasyonan tê kirin.
13:09 24/10/2016
 
Girtiyê nexweş Aktaş: Gav bi gav nêzî mirinê dibim
- Girtiyê nexweş ê bi navê Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha T3ipa R a Menemenê dimîne û hardu destên wî jî tuneye di telefonê de ji bavê xwe re gotina "ez gav bi nêzî mirinê dibim" bi kar anî.
12:09 24/10/2016
 
'Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê nebûye û dê tevlî jî nebe'
Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê diyar kir ku Tirkiye tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê nebûye û dê bi tu şawayî jî tevlî operasyonê nebin.
11:53 24/10/2016
 
Şerê li Şengalê bi dijwarî didome
Li Şengalê pevçûnên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê serê sibehê derketibûn, bi giranî didome.
11:44 24/10/2016
 
20 xwendekar ji wargehê hatin avêtin
Li Wanê 20 xwendekar ji ber ku buhayê xwarinan şermezarkirine ji wargehê hatin avêtin.
11:38 24/10/2016
 
Li Hemdaniyê şer didome
Li gundên nêzî bajarokê Hemdaniyê şerên giran di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de didomin.
11:32 24/10/2016
 
Malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Meletiyê
Malbatên 14 gerîlayên ku li Dersimê di êrîşa hewayî di jiyana xwe ji dest dan ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
11:29 24/10/2016
 
Ji bo grevên birçîbûnê banga bihistiyariyê
Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê li dijî binpêkirinên mafan ketine greve birçîbûnê ji bo girtiyan banga bihistiyariyê kirin.
10:33 24/10/2016
 
Ji bo Şehbayê banga alîkariyê
Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê da xuyakirin, ku pêwîstiya koçberên li kampa Şehbayê bi lezgînî bi alîkariyê heye.
10:01 24/10/2016
 
Îdiaya ciwanekî întihar kir
Li navçeya Artemêtê hate îdiakirin ku ciwanê bi navê Mazlum Aslan întihar kiriye.
09:59 24/10/2016
 
Balafirên şer 3 welatî qetilkirin
Balafirên şer ên artêşa tirk gundê Mawata ya Mêrgesorê gundiyên ku masî digirtin bombebarankirin, 3 kes hatin qetilkirin.
09:18 24/10/2016
 
Sendîkayên Fransayê. Eutelsat hevkarê AKP'ê ye
Sendîkayên rojnamevanên Fransayê SNJ, SNJ-CGT û CFDT-Joûrnalîste û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî FÎJ/FEJ'ê daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin û sekinandina weşanên Med Nûçe û Newroz TV şermezar kirin. Sendîkayan diyar kirin ku Eutelsat bûye hevkarê AKP'ê.
09:17 24/10/2016
 
Xedeyên OHAL'ê ji bo kê heye
Li Kurdistanê bi hinceta OHAL'ê hemû çalakiyên demokratîk û muxalif hatin qedexekirin. Lê li gel qedexeya OHAL'ê AKP li Çewlîgê mîtîngê pêk tîne.
09:17 24/10/2016
 
Li Erdîşe piştî erdhejê karaseta duyem qeyûm
Qeyûm Şîrîn Yaşar ê ku tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin bi pêkanînên xwe ve welatiyên navçeyê bêzar kir, piştî erdheja ku di 2011'an de qewimî wekî bû karaseta duyem a navçeyê.
09:16 24/10/2016
 
Navenda 'cazîbeyê' bû abîdeya şermê
Dêra Gurmşê ya li Rihayê ku rayedaran digotin dê bikin "navenda cazîbeyê" ji ber xemsariyê bû abîdeya şermê.
09:15 24/10/2016
 
Sergîn ji bo zivistanê tên amadekirin
Sergînên ku zivistanê ji bo germ bin tê bikaranîn ji ber ku xwazeyî ye û bêpereye ji bo gundan tiştekî jêneger e.
09:14 24/10/2016
 
Ji erdhejê filitê ji TOKÎ'yê xilas nebû
Şefîka Turak a ku ji erdheja Erdîşê ji mirinê filitî bi 5 zarokên xwe ve ji bo ku ji TOKÎ'yan derkevin tê tehdîdkirin.
09:14 24/10/2016
 
Dayîka Ûgûr: Kujer cara duyem e tên xelatkirin
Dayîka Ûgûr Kaymaz, Makbûle Kaymaz bertek nîşanî navlêkirina kujerê kurê xwe ya pirê da û wiha axivî: "Ez kesên ku navê kujerê kur û hevjînê min dane pirê lanet dikim. Ev bû cara duyemîn ev kujer tê xelatkirin."
09:13 24/10/2016
 
Îfadeyên malbatan diguherînin
Îfadeyên malbatên ku zarokên wan di qedexeyên Cizîrê de hatîn qetilkirin ji aliyê dozgeriyê ve tên guhertin. Dayîka bi navê Gulê Înedî ku kurê wê hatibû qetilkirin diyar kir ku wê di ifadeyê de gotiyê, " dewleTê kurê min kuştiyê" û ev gotinên wê ji aliyê dozgeriyê ve nehatine nivîsandin.
09:12 24/10/2016
 
Şirnexî: Tu hêz nikare me ji xak û doza me bide dûrxistin
Şirnexiyên di konan de dijîn bersiv dan gefên Walîtiya Şirnexê yên, "hûn konan ranekin em ê bişewitînin" û gotin ku wê tu hêz nikare wan ji ax û doza wan bide dûrxistin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN