DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

20:06 24/10/2016
 
Gerîlayê HPG'ê Kaya li Amedê hat definkirin
Gerilayê HPG'ê Remzî Kaya yê ku di 20'ê cotmehê de li Bazîdê jiyana xwe ji dest da li Amedê hat definkirin.
19:46 24/10/2016
 
2 cenazeyên HPG'ê anîn Meletiyê
2 endamên HPG'ê yên li Pulurê ya Dersimê di êrîya hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Meletiyê.
18:59 24/10/2016
 
Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
Li Şirnexê welatiyê bi navê Zulkuf Kaya dema ji Cizîrê ber bi Şirnex ve diçû li noqteya lêgerînê ya Qesirgê hat binçavkirin.
18:43 24/10/2016
 
Gelê Şirnexê ku naxwaze axa xwe bi terikîne bûn hedefa dewletê!
Gelê Şirnexê ku naxwaze axa xwe biterikîne û li binya Şirnexê di konan de bi cih bûne rastî gefên hêzên dewletê hatin.
18:35 24/10/2016
 
Polîsan li Cizîrê zarokê 5 salî kuşt
Li Cizîrê wesayita zirxî ya polîsan li zarokê 5 salî Hakan Sarak xist û qetil kir.
17:58 24/10/2016
 
Ji ber poster rakirin 3 rojin di bin çavan dene
Xizmên gerillaya YJA-Starê Şerife Ergun Merve, Recep û Suleyman Ergun ji ber di merasima cenaze de wêne rakirin 3 rojin di bin çavan dene.
16:56 24/10/2016
 
Girtiya nexweş Çapraz derdikeve pêşberî dadgehê
Girtiya nexweş û endama Meclîsa Bajar a DBP'ê Sîbel Çapraz sibê derdikeve pêşberî dadgehe.
16:25 24/10/2016
 
Têl rabûn lê qedexe ranebû
Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê têlên ku li dora taxan pêçane li kolenekê rakirin, lê qedexe ranekirin û destûr nadin welatî biçin taxê.
16:17 24/10/2016
 
Qeyûmên cerdevan tayînî şûna DBP'ê kirin
Waliyê Amedê qeyûmên cerdevan tayînî şûna endamê meclîsa Şaredariya Pasûrê yên DBP'î kirin.
15:55 24/10/2016
 
Walî endama Meclîsa DBP'ê Çiftçî kir hedef
Waliyê Mûşê Seddar Yavuz, endama Meclîsa DBP'ê Mizgin Çiftçî wekî "Nûnera KCK'ê ya Mûşê" îlan kir û hedef nîşan da.
15:40 24/10/2016
 
Êrîşên li dijî gundên Şengalê hatin şikandin
Êrîşa ku serê sibê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser gundên Şengalê pêk hat hatin şikandin.
15:29 24/10/2016
 
Li gundê Tiwês fikara komkujiyê
Balafirên şer û topavêjên dewleta tirk gundê Tiwêsê ya Şehbayê bombe û topbaran kirin.
15:29 24/10/2016
 
SGDF: Em bi hewldanên revandinê re rû birûne
Endamên SGDF'ê diyar kirin ku di demên dawî de êrîşên tacîz û êrîşên li dijî wan zêde bûne, endamên wan bi hewldanên revandinê re rû bi rûne.
14:41 24/10/2016
 
Qeyûm hatin şermezarkirin
Li navçeya Pirûsê ya Rihayê, navçeya Qelqeliyê ya Wanê û Qosera Mêrdînê bi çalakiyan qeyûmên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de peyama "qeyûmên bi feraseta xesp, dagirkerî û qirkirinê hatine tayînkirin qebûl nakin" hat dayîn.
14:01 24/10/2016
 
Ji bo zarokên geverî kermes
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava li Wanê dê ji bo zarokên geverî kermesê pêk bîne.
13:57 24/10/2016
 
Bîlançoya şerê Mûsilê: 772 çete hatin kuştin
Di hefteya yekem a operasyona rizgarkirina Mûsilê de, 75 gund û bajarok hatin rizgarkirin û 772 çete hatin kuştin.
13:29 24/10/2016
 
Hêzên Şoreşger 4 çete kuştin û 10 birîndar kir
Hêzên Şoreşger li dijî çeteyan çalakiyeke bibandor li dar xistin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 10 ên din jî birîndar bûn.
13:28 24/10/2016
 
Li Qamişlo teqîn
Di van kêliyan de li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo teqînekê rû da. Berê jî gelek caran çeteyên DAIŞ'e êrîş pêk anêibûn.
13:22 24/10/2016
 
Şirnexiyan bi zorê ji konan derdixin! - DEQEYA DAWÎ
Polîsan bi ser konên Şirnexiyan de girt û hewl didin gel bi zorê ji konan derxînin.
13:18 24/10/2016
 
Nûnerê Obama Mcgurk çû Başûr
Piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Ashton Carter li başûrê Kurdistanê û Iraqê hin hevdîtin pêk anî vê carê jî Nûnerê Serokdewletê DYA'yê Barack Obama Breet Mcgurk çû Başûr.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN