14:32 25/10/2016 |
|
Rûniştina doza Rojnameger Ertugrul Mavîoglu û Serokê DÎSK Basin Îşê Faruk Eren û Midûrê Karê Nivîsê yê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.
|
14:14 25/10/2016 |
|
Nûçegîhanên ajansa me DÎHA'yê Arjîn Dilek Oncel û Beritan Îrlan dema li navçeya Pirsûsêya Rihayê nûçe dişopandin hatin binçavkirin.
|
14:09 25/10/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ber di dema lêpirsînê de îfade neda di doza ku hat vekirin de bêyî ku tevlî bibe hat darizandin.
|
14:03 25/10/2016 |
|
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 9 girtiyên siyasî sirgûnî girtîgehên Gîresûn û Rîzeyê hatin kirin.
|
14:03 25/10/2016 |
|
Li Cizîrê hêzên dewletê niha jî bi hinceta ewlehiyê derdora bankeyê bi bariyeran girtin.
|
13:53 25/10/2016 |
|
Doza Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya berê ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karê Nivîsan Reyhan Çapan a ku hat dîtin hat taloqkirin.
|
13:48 25/10/2016 |
|
Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanînê (BTK), cara 47'emîn ajansa me DÎHA asteng kir û malpera wê ya înternetê qut kir. BTK'ê vê carê bêyî hewce bi biryara fermî bede malper asteng kir
|
13:37 25/10/2016 |
|
Ji 14 gerîlayên HPG û YJA-Starê yên li Pilûmûriya Dersimê di bomberankirinê de jiyana xwe ji dest dan 8 jê li navenda Amed û navçeyên wê bi tevlîbûna hezaran kes bi dilsoziyek mezin hatin oxirkirin.
|
13:15 25/10/2016 |
|
Hêzên dewletê yên ku konên Şirnexiyan yên li Konûtên TOKI'yan rakirin îro jî gefa rakirina konên li derdora gundê Avgamasya li gel xwarin. Leşkerên ku hatîn cem konan ji gel re got, "Heya saet 17.00'an hûn konên xwe ranekin em dê werin rakin."
|
13:15 25/10/2016 |
|
Artêşa Tirk û hevkarên wê gundê Um Hoş û Hesiye, topbaran dikin.
|
13:08 25/10/2016 |
|
Leşkerên tirk li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur ciwanê 18 salî Elî Temê gule baran kir û qetil kir.
|
12:51 25/10/2016 |
|
Dayîka Hakan Sarak ê 5 salî Emîne Sarak, bertek nîşanê polîsan da û got: "Polîsan kurê min kuştin û ji cihê buyerê reviyan."
|
12:48 25/10/2016 |
|
2'emîn rûniştina doza Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Sibel Çapraz hat dîtin. Dadgehê Çapraz berneda û rûniştin taloqî 29'ê Mijdarê kir.
|
12:34 25/10/2016 |
|
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), der barê mafên mirovan a li Tirkiye rapor amade kir. HRW'ê di raporê de diyar kir ku bi KHK'an re rê li pêş îşkenceyê hat vekirin û tundiya hêzên dewletê ya di bin çavan de zêde bû.
|
12:33 25/10/2016 |
|
Belavkarê rojanameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat Semîh Elîtaş ê girtin ev 8 meh li bendê ye ku derbarê wî de îdaname bê amadekirin. Bavê Elîtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê 3 caran rastî îşkenceyê hat, Ramazan Elîtaş diyar kir ku berê Guatemala hebû niha li jî girtîgehê li Tirkiyeyê hene.
|
12:09 25/10/2016 |
|
Li Qereyaziye di encama şerê navbera HPG'î û leşkeran de çawişekî pispor birîndar bû.
|
12:04 25/10/2016 |
|
Karkerê bi navê Mustafa yê ku paşnavê wî ne hat zanîn û li şantiya fîrmaya Beykozê ya înşaata TEMTAŞ'ê dixebite ji ber ceyranê ew girt jiyana xwe ji dest da.
|
11:23 25/10/2016 |
|
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
|
11:23 25/10/2016 |
|
Cenazeyê zarokê 5 salî Hakan Sarak ê ku şevê din ji aliyê polîsan ve li Cizîrê hat qetilkirin ji bo otopsiyê birin Mêrdînê.
|
10:49 25/10/2016 |
|
Li gundên Olek û Oleka Jor yên Bedlîsê hat îdîakirin ku piştî topbarana leşkeran 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
|