09:11 26/10/2016 |
|
Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ramazan Tûnç, li Kurdistanê êrîşên çekdarî yên demên dawî û piştî her êrîşê binçavkirina rêveberên DBP û HDP’ê wek binketina AKP’ê nirxand û diyar kir ku, AKP dixwaze vê binketina xwe li siyaseta kurd bar bike û wiha got: “Di saleke dawî e ji partiya me 2 hezar û 700 kes hatine girtin. Lê hîn jî em li ser piya ne. Çimkî em partiya gela ne.”
|
09:10 26/10/2016 |
|
Mamosteyên ku di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, li dersê girîngiya zimanê dayikê vegotin û bi xwendekarê xwe re bi kurdî axivîn, rastî cezayê pereyî hatin.
|
09:09 26/10/2016 |
|
Pêşengên baweriya elewiyan dest nîşan kirin ku, bi operasyona Mûsilê re polîtîkayên îktîdarê yên li ser xeta mezhebî yên sunniyî berbiçavtir bûne û balê kişandin ser bangên çekdarîbûnê û gotin, ji ber vê şik û gumanên civaka wan gihaştine asta herî jor.
|
09:09 26/10/2016 |
|
Welatiyên ku li bajaroka Adanalioglû li konan dijîn diyar kirin ku, demsala zivistanê ji bo wan zor û zehmetiyan dibore û wiha bang li rayedaran kirin: “Êdî dengê me bibihîsin.”
|
09:06 26/10/2016 |
|
Birayên Îyeç Çakir ê ku li Wanê hat qetilkirin, Ersîn û Erdînç Çakir ji aliyê polîsên ku li nexweşxaneyê bi wan re munaqeşe kirin pêşî hatin binçavkirin û dawiyê bi hinceta “Muqawemete li dijî polîsan” hatin girtin.
|
09:04 26/10/2016 |
|
Li Dîlokê malên rêxistinbûyîn û hucreyî yên DAIŞ’ê wek xwe yî berê ne. Hat diyarkirin ku, di demên dawî de bi sergirtina malên hucreyî di çarçoveya lihevkirinekê de pêk tên û her wiha hat îfadekirin ku, DAIŞ’ê di ser qenalên nû re derbasbûyîn û rêxistinbûyîna xwe pêk tîne.
|
09:01 26/10/2016 |
|
Hevserokê MEYA-DER’a Amedê Hasan Pençe li dijî êrîşa cenazeyên gerîlayan bertekên tund nîşan da û got heta niha wekî êrîşên li dijî cenazeyên gerîlla pêk hatine li tu devera cîhanê pêk nehatiye. Pençe bang li gel kir ku bi rihê berxwedanê xwedî li cenazeyên zarokên xwe derbikevin.
|
07:56 26/10/2016 |
|
Bi biryaranameya Wezareta Karên Hundir midûrê polîsan ên 59 bajaran hatin guhertin.
|
07:54 26/10/2016 |
|
Girtiyê bi navê Mustafa Muhammed Alî yê ji Kobanê ye û li GirtîgehaTîpa F a Kurkçulera Edeneyê dimîne, ji ber ku ew xistine kawişa yek kesî ev 11 rojin di greva birçîbûnê de ye.
|
05:43 26/10/2016 |
|
Amed, bala xwe daye çalakiya ku dê îro saet di 11.00'an de ji bo hevşaredarên hatin binçavkirin bê lidarxistin. Welatî û siyasetmedarên DBP û HDP'î yên ku li ber avahiya şaredariya bi ser wê de hatiye girtin nobetê digirin wiha bang kirin: "Werin em bi hevdu re saet di 11.00'an de xwedî li îradeya xwe derbikevin."
|
03:49 26/10/2016 |
|
Polîs û leşker deriyên yekeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dişkînin û lêgerînê dikin. Her wiha 3 parêzerên ku Serokê Baroya Amedê jî di nav de ku lêgerîn di nezareta wan de pêk dihat, diyar kirin ku ew bi vî awayî xwe nagihînin lêgerînê û ji bo ev lêgerîne derhuqûqî rewa nebe, ji avahiyê derketin.
|
02:22 26/10/2016 |
|
Hat zanîn ku, dê lêgerîna li Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê ya ku gel li ber nobetê digire, heta saet 07.00’an bidome. Her wiha dê hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli jî, heta 5 rojan bi parêzerên xwe re nikaribin hevdîtinê pêk bînin.
|
01:36 26/10/2016 |
|
KCDK-E li dijî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bia wayekît und bertek nîşan da û di daxuyaniya ku da de li her derî banga çalakiyan li gelê kurd kir.
|
01:21 26/10/2016 |
|
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ragihand ku, Gultan Kişanak ji ber axaftina xwe yî Newrozê û ji ber endamtiya xwe yî KCD; Firat Anli jî, bi îdiya ku di sala 2014’an de li Pîranê ji bo avakirina goristanê wesayît tahsîs kiriye, hatine binçavkirin.
|
00:34 26/10/2016 |
|
Lêgerîna li mala Hevşaredarên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak ên hatin binçavkirin, bid awî bû. Di lêgerînê de, irtûk, CD’tên muzîkê, kompîtur û hard dîskên li malan hatin desteserkirin.
|
00:11 26/10/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, li ber avahiya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku hevşaredarên wê Gultan Kişanak û Firat Anlî hatin binçavkirin daxuyanî da. Tûncel diyar kir ku, ew ê wek KCD, KJA, DBP û HDP’ê li qadan bin û wiha got: “Em ê li ber xwe bidin, bi ser kevin.” Tûncal bang gelê Amedê kir, sibê saet di 11.00’an de li ber avahiya şaredariyê bin.
|
00:03 26/10/2016 |
|
Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê ji bo Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli yên hatin binçavkirin, li ser navê partiya xwe wiha bang kir: “Êdî kêr gihaştiye hestî, divê her kes dakeve qadan.”
|
23:41 25/10/2016 |
|
Piştî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak hatin binçavkirin û ji aliyê polsîan ve bi wesayîtên zirxî avahiya aşredariyê hat dorpêçkirin, gel û hilbijartî ber bi avahiya şaredariyê diherikin. Her diçe hejmara girseyê zêde dibe û dirûşmeyên “Êrîş nikarin me bitepisînin” tên berzkirin.
|
23:17 25/10/2016 |
|
Navenda Giştî ya HDP’ê xwest, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak û Firat Anlî yên hatin binçavkirin, demildest serbest bên berdan.
|
22:02 25/10/2016 |
|
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî ji aliyê polîsên Şaxa Mucadeleya bi Terorê ya Bajêr ve hatin binçavkirin.
|