DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

12:41 26/10/2016
 
Polîsan bi lêdanê 2 kes binçavkirin
Girseya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her diçe zêde dibe. Bertek mezin dibe. Li kolana Lîse ya nêzi şaredariyê polisên rûpoş bi lêdanê 2 ciwan bi lêdanê binçavkirin.
12:26 26/10/2016
 
Guven: Ger ku em îro bêdeng bin dê sibê xerabtir bibe
Hevseroka KCD'ê Lelya Guven bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli da û diyar kir ku ger îro bêdeng bimînin dê sibê tiştên xerabtir pêk bên. Guven, xwest ku bizanibin bêdengiya îro dê sibê rojên xerabtir bîne pêşiya wan û xwest her kes dakeve kolanan.
12:12 26/10/2016
 
Hiqûqnas: Binçavkirina hevşaredaran darbeye
Hiqûqnasan bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê dan û diyar kirin ku binçavkirin darbeya li hemberî vîna gel e. Sekreterê Giştî yê Kolemeya Mafê Mirovan (ÎHD) Hasan Anlar, da zanîn ku binçavkirin bêhiqûqî ne. Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Halîl îbrahîm Vargun jî bi lêv kir ku hemû kesên ne ji AKP'ê bin di bin darbeyê de ne.
12:00 26/10/2016
 
Hevparên HDP'ê: Em dê êrîşan pûç bikin
Hevparên HDP'ê yên Stenbolê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku ew dê van êrîşan pûç bikin û gel dê bi ser bikeve. Hevparên HDP'ê destnîşan kirin ku ev êrîş li dijî demokrasiyêye.
11:47 26/10/2016
 
Midûrê ku Nûçegîhana me Oktay girt tayînî Şirnexê kirin
Cîgirê Midûrê Daîreya TEM'ê ya Miduriyeta Giştî ya Polîsan Omer Uslusoy ku ferman da Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê û bû sedema girtina Nûçegîhana me ya DÎHA'yê Meltem Oktay tayînî Şirnexê hat kirin. Midûrê ku duh li dijî nûçegîhanan kompo çêdikir îro li bajarê ku Komkujî lê pêk hat wekî midûr hat tayînkirin.
11:41 26/10/2016
 
Berdevka Demî ya KJA'yê Ata hat binçavkirin
Piştî polîsan êrîşî çalakiya li ber şaredariya Amedê kirin komek ku di nava wan Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata jî heye hatin binçavkirin.
11:32 26/10/2016
 
Malbat derxistin û mal dan ber agir
Leşkerên ku li taxa Çelebîbag a Erdîşê malek dorpêç kirin malbat ji malê derxistin û mal dan ber agir.
11:28 26/10/2016
 
Karsazan bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran dan
Karsazan bertek nişanî binçavkirina Hevşaredarên bajarê mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî dan û diyar kirin ku tunekirina vîna gel nayê qebûlkirin.
11:18 26/10/2016
 
Polîsan parlamenter derp kirin - DEQEYA DAWÎ
Gelê ku li ber şaredariya Amedê sekna xwe didomînin, ligel êrîşa polîsan li ber deriyê şaredariyê venaqetin. Polîsan bi copan 3 parlamenterên HDP'ê derp kirin.
11:08 26/10/2016
 
Ji partiyên sosyalîst û çepgir banga li dijî faşîzmê li berxwe bidin
Nûnerên partiyên çepgir û sosyalîst, bertke nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku AKP dixwaze şerê navxweyî derxine û banga li dijî faşîzmê li berxwe bidin kirin.
10:51 26/10/2016
 
Li Rihayê endamê MYK'ê Çelîk hat binçavkirin
Li Rihayê endamê MYK'ê yê HDP'ê Mahmut Çelîk şevê din hat binçavkirin.
10:47 26/10/2016
 
Herêmên Darahênê tên bombarankirin
Bomberbarana li herêma Mistan û Murtazan ên navçeya Darahênê ya Çewligê ku şevê din destpêkirin heta serê sibê berdewam kir.
10:34 26/10/2016
 
li Geverê sewqiyata cebilxaneyê
Li Geverê di saetên şevê de sewqiyata cebilxaneyan hat kirin.
10:33 26/10/2016
 
Li Walîtiya Amedê tevgera awarte
Hemû riyên ku diçin Walîtiya Amedê ji aliyê polîsan ve hatin girtin û bi sedan polîs li ber avahiya walîtiya hatin bicihkirin.
10:22 26/10/2016
 
Polîsan êrîşî welatiyên li ber şaredariyê kombûn kir
Polîsan êrîşî welatiyên li ber şaredariyê kombûne û xwedî li vîna xwe derketin kirin.
09:55 26/10/2016
 
Şaredarî bi bariyeran dorpêç kirin
Şaredariya ku bi bariyerên hesin hat dorpêçkirin bi awayekî fîîlî qeyûm hat tayînkirin. Di navabera polîs û xebatkarên şaredariyê yên serdegirtin û binçavkirina şermezar kirin pevçûn hat jiyîn. Rawestîna xebatkaran a li ber şaredariyê didi-ome.
09:16 26/10/2016
 
Çima 36 dewlet nikarin DAÎŞ têk bibin?
Li aliyekî cîhanê 36 welat li dijî DAÎŞ'ê bûne yek û koalîsyon ava kirine, lê têk nabin, li aliyê din kurd li dijî êrîşên DAIŞ'ê xwe di parêzin û êrîşên DAIŞ'ê dişkînin. Berxwedana kurdan a li hemberî DAIŞ'ê bala cîhanê dikişîne. Kurd hem bi şerê xwe hem jî bi projeyênk xwe yên alternatif yên li hemberî DAIŞ'ê balê dikişîne ser xwe. Bi bîrdozî û felsefeya xwe balê dikişîne. Şerê 36 welatan a li dijî DAIŞ'ê pirsa çima DAIŞ têk naçe tîne aqilan.
09:14 26/10/2016
 
Polîsan êrîşî xebakarên şaredariyê kirin
Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji şevê din ve ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin dema li ber avahiya şaredariyê kombûn rastî êrîşa polîsan hatin.
09:12 26/10/2016
 
Zarokê nisêbînî: Divê em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e!
Zarokê 13 salî Enes Akdenîz ê ji Taxa Kanîka bertek nîşanî rayedarên dewletê da û wiha got: "Wek hûn jî dibînin xaniyê me li ber çavên me xera dikin. Zarokatiya min li vê tax û van kolanan derbas bû. Ev çi edalet e? Divê em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e."
09:12 26/10/2016
 
Ji ber qedexeyê ‘Bênav’ bi girtinê re rû bi rû ye
Li Nisêbîna Mêrdînê Mem Arîn Algel ê ku li Pirtûfiroşa Bênavê dixebite dest nîşan kir ku, ji ber ‘qedexeya derketina derve’ danûstendina pirtûkan pir kêm bûye.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN