DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

16:37 26/10/2016
 
'Pêwiste mazlûm li dijî zaliman bibin îtîfaq
Wekîlê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê şermezar kir û xwest gelê Mazlum li dijî zaliman bibn yek û îtîfaq û got: "Ger ku em li dijî zaliman nebin tifaq, em dê 100 salên din bibin kole"
16:25 26/10/2016
 
Polîsan vê carê êrîşî wekîlan kir
Polîsên êrîşî girseya ku li ber avahya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûye û binçavkirina hevşaredaran şermezar dike kir. Polîsên êrîşî gel kir, piştre êrîşî wekîlên HDP'ê jî kir û wekîl darp kirin.
16:09 26/10/2016
 
Êrîşkarên Ayşegul Abdullah Çakiroglu serbest e
Êrîşkar Abdullah Çakiroglu ku tekme li Ayşegul Terzî dabû di rûniştina yekemîn de hat berdan.
15:59 26/10/2016
 
Walîtiyê girtina darebeyan qedexe kir
Walîtiya Amedê çalakiya girtina darebeyan qedexe kir.
15:53 26/10/2016
 
Dayikên Aştiyê: Hûn bi binçavkirinê nikarin encam bistînin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê di hefteya 52'emîn de li pêş Qesra Dolmabahçe kom bûn û diyar kirin ku bi girtin û binçavkirina bijartiyên kurdan nikarin vîna gelê kurd têk bibin. Dayikan, da zanîn ku bi girtin û binçavkirine nikarin encamê bistînin.
15:42 26/10/2016
 
Leşkerên Tirk derbasî Şengalê bûn!
Hejmarek zêde ya leşkerên Tirk ku cilên pêşmergeyan li xwe kirine, ligel hêzek mezin a pêşmergeyan bi çekên giran di saetên nîvro de derbasî Şengalê bûn.
15:31 26/10/2016
 
'Divê gel li dijî diktatoriya AKP'ê dakevin kolanan'
Bijartiyên kurd ên HDP û DBP'ê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê dan û diyar kirin ku divê gel li dijî vê zilm û diktatoriya AKP'ê dakevin qadan. Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik got: " Ger ku qeyûm bê tayînkirin divê berî her tiştî qeyûmê tayînî Şaredariya Enqereyê bikin."
15:29 26/10/2016
 
Hevserokê DBP'a Dersimê hat binçavkirin
Hevserokê DBP'a Dersimê Murat Polat dema ji bo îfadeyê çû midûryeta polîsan hat binçavkirin.
15:29 26/10/2016
 
Endama Heyeta Îmraliyê Bagriyanik kaş kirin bi erdê re kaş kirin
Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, di dema çalakiya li ber şaredariya Amedê de ji aliyê polîsan ve hat derpkirin û bi erdê re kaş kirin.
14:59 26/10/2016
 
Cenazeyê Korkmaz şandin warê wî
Cenazeyê Cahît Korkmaz ê hat diyarkirin hatiye înfazkirin piştî malbatê cenazeyê wî teşhîs kirin ji bo defin bikin birin Mûşê.
14:57 26/10/2016
 
Rêxistinên mafên mirovan azadiya Asli Erdogan xwestin
Şaxên ÎHD, TİHV, Mazlum-Der, PEN bi daxwaza "Ji Asli Erdogan re azadî" li Otela Taxim Hillê civîna çapemeniyê pêk anîn û azaiya Asli Erdogan xwestin. Dayika Asli Erdogan Mine Aydostu, diyar kir ku girtina keça wê siyasî ye.
14:44 26/10/2016
 
Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn pêk hat
Li Darahênê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat.
14:39 26/10/2016
 
Li Hatay û Amedê operasyon: Herî kêm 42 kes hatin binçavkirin
Li Hatay û navçeyên Farqîn û Erxeniyê di operasyonên hatin li darxistin de herî kêm 42 kes hatin binçavkirin.
14:38 26/10/2016
 
ÎHD: Li Zindanan 905 girtiyên nexweş hene
Şaxên ÎHD'ê û parazvanên mafên mirovan bi minasebeta Roja Nexweşan têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de diyar kirin ku li Girtîgehan bi giştî 905 girtiyên nexweş hene û xwestin girtiyên nexweş bên bedan.
14:17 26/10/2016
 
'Kurd li hember darbeya AKP'ê serî natewînin'
Bivçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Gelê derketin kolanan diyar kirin ku ew ê li hember darbeya AKP'ê serî netewînin.
13:49 26/10/2016
 
Gelê Botanê: Em dê li dijî êrîşan li ser piyan in
Li Cizîr û bajaroka Dêrgûlê bi armanca şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê daxuyanî hat dayîn. Girsê diyar kir ku gel dê li hemberî êrîşên li ser siyaseta kurd mafê xwe yê demokratîk bikar bîne.
13:26 26/10/2016
 
Ayşegul Terzî: Gotinên min şaş derbasî girtekan kirin
Jin bi navê Ayşegul Terzî ya li Stenbolê ji ber ku şort li xwe kir û rastî êrîşa Abdullah Çakiroglu, hat derset pêşberhî dadger. Çakıroglu, anî ziman ku li salona dadgehê jî jin rastî tundî û êrîşa zayendî tê û gotinên wê yên li qereqolê rast derbasî girtekan nehatiye kirin.
13:05 26/10/2016
 
ÎHD lîsteya girtiyên nexweş nû kir
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê lîsteya girtiyên nexweş nû kir û li gorî daneyên komîsyonê di girtîgehan de 323 jê giran 905 girtiyên nexweş hene.
13:01 26/10/2016
 
Civata Kar a Amedê: Em bi fikar in
Civata kar a Amedê bertek nîşani binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku e bi fikar in.
12:41 26/10/2016
 
Irmak ê ku nexweşê Akdenîz Anemîsiyê ye ev 11 rojin di bin çavan de ye
Welatiyê bi navê Harun Irmak ê ku nexweşê Akdenîz Anemîsiyê ye û li Êlihê hat binçavkirin bêyî ku hincetek bê nîşandan ev 11 rojin li Midûryeta Polîsan a Antalyayê tê ragirtin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN