DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

11:03 27/10/2016
 
Gelê Amedê: Çi ferq ji 15'ê Tîrmehê heye?
Gelê Amedê ku çawa bihîst hevşaredarên wan hatin binçavkirin berê xwe dan avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li vîna xwe xwedî derketin. Gelê Amedê diyar kirin ku ew dê heta dawî li vîn û destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Welatiyan anîn ziman ku pêkanînên niha ji hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ne cuda ye.
10:24 27/10/2016
 
Xebatkaran ji bo hevşaredarên xwe dest ji kar berdan
Xebatkarên şaredariya Amedê ji ber binçavkirina hevşaredar û amîrên gelek beşan dest ji kar berdan. Li Amedê îro otobus naxebtin û çop nayên komkirin.
09:45 27/10/2016
 
Hemû Hevserok dê bên Amedê
Piştî hevşaredarên DBP'î yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin binçavkirin û şaredarî kirin bin ablûkayê, Hevserokên KCD, KJA, DBP û HDP'ê dê bên Amedê û li ber şaredariyê daxuyaniyê bidin.
09:14 27/10/2016
 
Febrûniye: Ji ber AKP ji jinan ditirse herî zêde êrîşî jinan dike
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk der barê desteserkirina şaredariyan de diyar kir ku îktîdara AKP'ê qîrkirinek siyasî li ser gelê kurd dimeşîne û dixwazin gelê kurd bêdeng bihêlin û wiha got: "Pergala dîktatoriyê ketiye meriyetê. Ger em bê deng bimînin dê barê me giran bibe." Hevşaredar Febrûniyê Akyol jî destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê ji jinan ditirsin û her tim jinan dixin hedafa xwe.
09:10 27/10/2016
 
Koçak: Têkoşîna demokrasiyê û kedê hev temam dikin
Hîndekarê Zanîngeha Kocaeliyê Doç. Dr. Hakan Koçak, êrîşên li ser qada kedê û kedkaran nirxand û diyar kir ku têkoşîna kedê û demokrasiyê bi hevve giredayî ye. Koçak, destnîşan kir ku ger hevsengiya têkoşîna ked û demokrasiyê neyê avakirin dê serkeftin pêş nekeve.
09:08 27/10/2016
 
Gelê Gazîemirê di bin çopê de hatin hiştin
Gelê Gazîemîrê ya Îzmirê ku bi salan e di nava bermahiyên fabrîqeya kurşunê de dijîn, niha jî di bin çopa Şaredariya CHP'î ya Gazîemîrê de hat hiştin.
09:08 27/10/2016
 
Rêxistina Efoya Navneteweyî îşkenceya li Tirkiye belge kir
Koordînatora Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî ya Tirkiye Ece Mîllî, diyar kir ku wan li Tirkiye belgeyên fermî yên îşkence, tacîz û tundiuya zayendî bi dest xistiye.
09:06 27/10/2016
 
'Ji bo Zarok TV berxwedan heq e'
Derûnînas Sefer Ozdemir, diyar kir ku girtina Zarok TV li dijî zarokên kurdan çalakiya herî djwar û bi tundî ye û ji bo zimanê zikmakî û Zarok TV berxwedan mafê herî heq û rewa ye.
09:06 27/10/2016
 
Dijberî çekdariyê têkoşîna bi rêxistinî
Ocaxên Osmanî yên di nava gel de wekî "Artêşa Sarayê" tên zanîn, banga xwe bi çek bikin kirin. Derdorê bawerî û kêmaran li dijî vê bangê diyar kirin ku li dijî çekdarîbûnê tevger û têkoşîna bi rêxistin ferz e.
09:02 27/10/2016
 
Cenazeyê Semîh Baz hat definkirin
Gerîlayê HPG'ê Semîh Baz ê ku di bombebarana li herêma Bedlîsê de jiyana xwe ji dest da li Hezo hat definkirin.
08:23 27/10/2016
 
Li Mêrsînê siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin
Li Mêrsînê gelek kesên ku di nava wan de Endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Hediye Eren û Hevseroka navçeya Akdenîzê Mesude Şahîn jî hene hatin binçavkirin.
08:09 27/10/2016
 
Derdarê Başaran de biryara 'bi zorê bînin'
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran ji ber tevlî danişîna doza ku li Êlihê derbarê wê de hatiye vekirin ne bûye derbarê Başaran de biryara 'bi zorê bînin' hat derxistin.
07:44 27/10/2016
 
Polîsan bi ser KJA'yê de girtin - DEQEYA DAWÎ
Polîsan bi ser Navenda Giştî ya KJA'yê de girtin.
20:42 26/10/2016
 
Cenazeyên Duman û Gungor şandin warên wan
Ji 9 endamên HPG’ê yên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn malbatê cenazeyên 2 kesan wergirtin û ji bo defin bikin birin warên wan.
20:31 26/10/2016
 
ÇHD: Bila Kişanak û Anli serbest bên berdan
Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bertekên xwe anîn ziman û xwestin Kişanak û Anli serbest bên berdan.
20:31 26/10/2016
 
2 polîsên birîndar bûn mirin
Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ji 4 polîsên birîndar bûbûn jê 2 polis mirin.
19:00 26/10/2016
 
Gelê Amedê bê navber di ber xwe dide
Gelê Amedê li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê daketin kolanan û dest bi çalakiya bê navber kirin. Gelê Amedê ji bo parastina vîna xwe ji duh de li ser piyan e. li gel hemû êrîş û tundiya polîsan bê navber berxwedana xwe berdewam dike.
18:41 26/10/2016
 
Mêrên êrîşkar serbest in, jinên berxwedêr li erdê tên kajkirin
Dadgeha bi hişmendiya AKP'ê ya mêr îro li Stenbolê Abdullah Çakiroglu yê Ayşegul Terzî ya şort li xwe kiribû pêhn kir serbest berda, li aliyê din polîsên AKP'ê yên bi hişmendiya mêrê serdest tev digerin li Amedê jinên li vîna xwe xwedî derketin û binçavkirina û bi erdê re kaşkirin.
18:18 26/10/2016
 
Rêxistinên li Nisêbînê piştgirî da Amedê
Rêxistinên DBP û HDP'a navçeya Nisêbînê binçavkirina Hevşeredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
16:43 26/10/2016
 
Polîsan Nûçegîhanên DÎHA binçav kirin
Li navçeya Miksê ya Wanê polîsan gef li nûçegîhanên ajansa me DÎHA'yê Selman Keleş û Emîr Bukum xwar. Piştî nîv saetê li dervê fermiyetê di bin çavan de hişt serbest berdan.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN