14:38 27/10/2016 |
|
Gelê Minbic û Kobanê bertek nîşanê daxuyaniya Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dan û diyar kirin ku çewa dewleta tirk bi çeteyên xwe DAIŞ'ê re li Kobanê bi bin ket, heke xwe di Minbicê de biceribînin dê li wir jî li bin bikeve. Bersiva herî xweş jî kurê Ehmed Casimî ku di pêngava Minbicê de jiyana xwe ji dest da, da Erdogan û got "Bavê min ji bo rizgarkirina gelê Minbicê şehîd ket, pêwîst bike ez jî amade me."
|
14:25 27/10/2016 |
|
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) binçavkirina hevşaredaran û êrîş şermezar kir û diyar kir ku heta mafê xwe yê hatiye desteserkirin bi dest bixin dê têbikoşin.
|
14:20 27/10/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'e Selehattîn Demîrtaş, li ber şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlêbûna hezaran kesan daxuyanî da û got: "Ger ku ji mere bêjin serî bitewîne, bila li qisûrê nenerin. Em dê serî bidin lê em serî natewînin. Berxwedan mafê me yê rewa ye û em dê hata dawî li kolanan di ber xwe bidin."
|
14:03 27/10/2016 |
|
6 mamosteyên endamên Egîtîm Senê yên ku duh li Dîdîmê ji kar hatin derxistin hatin îro hatin binçavkirin.
|
14:02 27/10/2016 |
|
Endamên Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dema xwestin li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û nûçegihana ETHA'yê Havva Çuştan ku nûçe dişopand hatin binçavkirin.
|
13:42 27/10/2016 |
|
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku pişî êrîşên li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat bajar diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan xwedî li vîn û axa xwe derkevin. Encu bang li her kesî kir ku xwedî li vîna xwe derbikevin.
|
13:16 27/10/2016 |
|
Li Dêrikê polîsan bi ser gelek malan de girtin û di nav wan de endamê DBP'ê, xebatkar û endamên şaredariyê jî hene nêzî 10 kes hatin binçavkirin.
|
13:00 27/10/2016 |
|
Li navenda Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon hat lidarxistin. Di operasyona li dijî DAIŞ'ê de 60 kesên biyanî bi giştî 81 kes hatin binçavkirin.
|
12:52 27/10/2016 |
|
Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besîma Gonca, bertek nişanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê da û diyar kir ku ew dê hemû rêbazên têkoşînê pêş bixin. Gonca, anî ziman ku dê AKP winda bike.
|
12:46 27/10/2016 |
|
Arêtşa Tirk welatiyên Efîrnê yên li ser sînor li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çalakî lidar xistin, gulebaran kirin. Di encamê de 3 welalatî birîndar bûn.
|
12:12 27/10/2016 |
|
Heyeta dadgehê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de biryara "Bi zorê bîne" da.
|
12:10 27/10/2016 |
|
Ji ber îxbara di balefira Anadolu Jet a ku dê saet di 10.45'an de ji Amedê biçûya Stenbolê bombe heye balefir hat rawestandin. Di balefirê de lêgerîn tê kirin.
|
12:00 27/10/2016 |
|
Li Gêxî dema wesayîta leşkeran derbas dibû teqînek pêk hat û di teqînê leşkerek mir.
|
11:59 27/10/2016 |
|
Polîsan li navçeya Elkê û Silopiya bi ser gelek malan de girt û 6 kes binçav kirin.
|
11:53 27/10/2016 |
|
Lêgerîna polîsan a li Navenda Giştî ya KJA'yê û mala Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata bi dawî bû. Di lêgerînan de polîsan dest danîn ser pirtûk, kovar û hardîskên bilgîseyarên li KJA'yê.
|
11:53 27/10/2016 |
|
Artêşa Tirkiye komên hevkarên wê herêma Şehba bi dijwarî topbaran dikin û balafirên keşfê li ser herêm digerin.
|
11:51 27/10/2016 |
|
Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Fermandariya Efrînê Osman Şêx Îsa, bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan a der barê Minbiç û Efrînê de, da û wiha got: "Em dê li dijî êrîşên dagirkeriyê axa xwe biparêzin. Dê xeyalên Osmaniyan li Şehbayê bi avê de biçin."
|
11:45 27/10/2016 |
|
Derbarê nûçegihanê me Bîlal Guldem de, parvekirinên wî yên ser medyaya civakî hincet hat nîşandan û bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" 2 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
|
11:26 27/10/2016 |
|
Şervanên ku li herêmên Şehbayê li dijî komên çete li ber xwe didin gotin: "Yên ku dest bavêjin Şehbayê dê derbeyên giran bixin û poşman bibin."
|
11:10 27/10/2016 |
|
Bi sedan kes ji bo beşdari daxuyaniya ku hevserok jî dê beşdar dibin, bibin ber bi avahiya şaredariyê ve diherikin.
|