12:08 28/10/2016 |
|
Li Şemzînanê, leşkerên ji operasyonê vedigerîn bi stranên nijadperest li navenda sûkê re bi peyatî derbas bûn.
|
12:01 28/10/2016 |
|
Li Tirkiye sal bi sal bermahiyên sanayê zêde dibin û bêtir derdorê qirêj dike. Li Îzmirê salê 300 hezar ton bermahî tên avêtin. Li tevahiya Tirkiye jî li gorî daneyê TUÎK'ê bi gişti salê milyonek û 250 hezar ton tên avêtin. Herî zêde şîrketên wkî PETKİM, ÎZAYDAŞ û TUPRAŞ'e salê 60 hezar ton bermahi davêjin. Ev pirsa gelo ev bermahî diçe kû û talûkeyek çawa ava dike tîne aqilan.
|
11:51 28/10/2016 |
|
Li navçeya Bazîdê di xeta gaza xwezayî de teqîn çêbû.
|
10:49 28/10/2016 |
|
Piştî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê di roja 3'emîn de dîsa xetên înternetê hatin qûtkirin.
|
10:44 28/10/2016 |
|
Li şûna endama Meclîsa Şaredariya DBP'ê ya Sêrtê Mujde Bozan a ku di meha Tebaxê de hatibû girtin û ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji kar hatibû durxistin qeyûm hat tayînkirin.
|
10:15 28/10/2016 |
|
Li Stenbolê di serdegirtina malan de ji 9 kesên hatin binçavkirin 3 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
|
10:12 28/10/2016 |
|
Qedexeya derketina kolanan ên 16 gundên navçeya Licê û Hênê yên Amedê hatin rakirin.
|
09:31 28/10/2016 |
|
Ciwanên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku bihêzbûna kurdan Tirkiyeyê bêzar dike.
|
09:15 28/10/2016 |
|
Komek dildar, ji bo kesên bê mal û kesên hewcehiya wan pê heye "Maxaza Cilan kesên bêmal" ava kirin. Dildarê maxayê Berkan Çelik, diyar kir ku ne tenê kesên bêmal ji bo kesên pêdiviya wan jî hatiye avakirin.
|
09:13 28/10/2016 |
|
Rêxistinên elewî yên Îzmîrê diyar kir ku, bi banga çekdarîbûnê ya AKP’ê re gefxwarina li ser hemû ên din zêde bûye û dest nîşan kirin ku, divê hemû muxalefeta civakî bi hev re li dijî vê têbikoşe.
|
09:12 28/10/2016 |
|
Ji bo dîtina kiryarên teqîna li Dîlokê heta niha tu tişt nehatiye kirin û li gel vê hat ragihandin ku, dewlet çûye cem malbatên ku xizmên xwe di teqînê de winda kirine û teklîfa pereyan li wan kiriye. Malbatan dest nîşan kir ku, dewlet dixwaze wek komkujiya Roboskiyê pereyan bide wan û bi vî awayî ser komkujiyê bigire.
|
09:12 28/10/2016 |
|
Tevfîk Altûn, apê Ercan Altûn (Cesûr Riha) ê HPG’yî ku hat daxuyandin di navbera 25-30’yê îlonê de jiyana xwe ji dest daye, wiha got: “Bi hezaran ciwan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Divê êdî kurd berpirsiyariya vê fam bikin.”
|
09:11 28/10/2016 |
|
Li Gevera ku heta niha 3 hezar mal bi awayek komunal ji nû ve hatin avakirin, welatiyên di baraqayên teneke û naylon de dijîn banga piştgiriyê kirin.
|
09:10 28/10/2016 |
|
Qaymeqamê Navçeyê yê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê bû, bêyî hincet 7 xebatkarî ji kar avêt. Her wiha derûnas û civaknas jî di nav de 13 xebatkarên jin ên Navenda Jinê ya Sitiya Zînê jî, kir peywirdarên karên paqijiyê.
|
09:09 28/10/2016 |
|
Li Miksa Wanê, yek ji wan cerdevanên ku çekên xwe danîbûn û nexwest navê xwe aşkere bike got, li navçeyê gelek cerdevanên nexwestine beşdarî operasyonê bibin îstifa kirine û wiha axivî: “Leşker digotin, ‘Hûn herêmê dizanin, hûn li pêş biçin’ û bi vî awayî me ber bi mirnê ve dişandin.”
|
09:08 28/10/2016 |
|
Ji keçên winda yên Gundê Gûmûtê Meryem Îdgu, bi darê zorê ji malbata xwe hat veqetandin û li Helebê hat firotin. Ji dêvla Meryemê 10 çewal genim li ber deriyê dayika Meryemê hat danîn û dayika Meryemê bi hesreta keça xwe jiyana xwe ji dest da. Fatma Gulşen jî, dema bi darê zorê ji malbatê hat veqetandin, di destê dayika wê de tenê perçeyek ji fîstanê wê ma.
|
09:08 28/10/2016 |
|
Cotkarên zeytûnan ên debara xwe bi baxê zeytûnê dikin, diyar kirin ku îsal buhayê zeytûnan pir erzan e û nikarin zeytûnan bifiroşin.
|
09:07 28/10/2016 |
|
Rojnameger Celal Başlangiç der barê binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanakê de wiha got: “Ev rewş rê li ber siyaseta kurd digire û rêya çiyê nîşanî kurdan dide.”
|
09:06 28/10/2016 |
|
Parêzera Baroya Şirnexê Buşra Demîr der barê çalakiya gireva birçîbûnê û rewşa girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şirnexê de got, girtî ji ber çalakiya ku dane destpêkirin tên cezakirin û her wiha girtiyên siyasî anîne ziman ku, heta daxwazên wan bi cih neyên ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.
|
09:05 28/10/2016 |
|
Hat zanîn ku, di demên dawî de li Tesîsên Techîzên Zîraî ya Reyhanliyê liv û tevger heye û her wiha herî dawî 6 qamyon ketine tesîsan û derketine. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, hat diyarkirin ku qamyon çûne Kampa Atmeyê.
|