DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

20:50 25/10/2016
 
Cenazeyê Sarak di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
Cenazeyê Hakan Sarak ê duh li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.
20:38 25/10/2016
 
Ji bo Şirnex'ê banga piştevaniyê
Heyata KCD û DBP'ê ya ku konên Şirnexiyan ziyaret kirin bi gelê Şirnexê re hatin cem hev û ji bo Şirnexê banga piştevaniyê kirin.
19:12 25/10/2016
 
Personelê dibistanê dest dirêjî xwendekarekê kir
Hat diyarkirin ku li Dibistana Seretayî ya Hamravatê ya Yenîşehîra Amedê personelê dibistanê dest dirêjî xwendekarekê kir.
18:03 25/10/2016
 
Di rojekede 6 caran derket pêşberî dadger
Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya hat girtin a Ozgur Gundemê Eren Keskin û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine", "heqaret li serokomar kirine" û "turk û saziyên dewletê biçûk xistine" 6 çaran derketin pêşberî dadger.
17:40 25/10/2016
 
Dozgeriyê bi lez lêpirsîn da destpêkirin
Serdozgeriya Amedê derbarê parlementerên HDP Uca, Yigîtalp û Pîr de ji ber beşdarî merîsama cenazeyên gerîla bûn lêpirsîn da destpêkirin.
17:37 25/10/2016
 
Gelê Desimê zarokên xwe bi girseyî defin kirin
Gelê Dersimê cenazeyên endamên HPG û YJA Starê Ugurcan Akgunduz, Cemal Kaya û Dîlek Gunenc, ên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, li gundên wan bi girseyî defin kirin.
17:25 25/10/2016
 
Serlêdana parêzerên Ocalan cara 49'emîn hat redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin hat redkirin.
17:24 25/10/2016
 
Girtiyê hat derpkirin ev 6 roje di greva birçîbûnê de ye
Girtiyê bi navê Osman Kilavuz ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê hat kirin di nava 2 mehan de 5 caran hat derpkirin, hat zanîn ku Kilavuz ev 6 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat diyarkirin ku Kilavuz di hucreyê de tê girtin.
17:12 25/10/2016
 
Walîtiya Şirnexê derewan dike!
Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya ku gotibû "Me gelê ji konan derketî li cihên pêkan bi cih kirine" da û wiha got: "Daxuyaniya ku walîtiyê daye derew e. Walîtiya Şirnexê derewan dike û tu welatî li tu deveran ne hatine bi cihkirin."
16:55 25/10/2016
 
Têl rabûn talankirina dewletê bêtir xuya bû
Li Nisêbînê piştî duh li taxa Kanîka hin têl hatin rakirina hilweşandin û wêrankirin ku hêzên dewletê pêk anîye, bêtir xuya bû. Welatiyên Nisêbînê bertek nîşanî dirêjkirna qedexeyê dan û xwestin hemû têl û qedexe bên rakirin.
16:11 25/10/2016
 
Doktor berpirsiyariya otopsiya Sarak negirt ser xwe
Doktorê nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê piştî fêr bû ku zarokê 5 salî Hakan Sarak ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin, berpirsiyariya otopsiyê negirt ser xwe. Ji bo otopsiyê cenazeyê Sarak sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê kir.
16:08 25/10/2016
 
Doza Atilimê hat taloqkirin
Di danişîna doza Atilimê de ku 16 rojnameger û nivîskar tê de tên darizandin dadger, ji bo fikra dawî ya dozger bigire doz taloq kir.
16:02 25/10/2016
 
Heyet li gel astengiyan jî dîsa gihişt malbatên Avgamasya
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, li gel hemû astengiyên leşkeran xwe gîhandin malbatên li gundê Avgamasya ku di konan de dijîn.
15:41 25/10/2016
 
4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê
4 cenazeyên tê îdîakirin ku endamên HPG'ê ne anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê
15:40 25/10/2016
 
Li Çewligê teqîn: Leşkerek mir yek jî birîndar bû
Li navçeya Darahênê ya Çewligê li dijî leşkeran çalakî pêk hat û leşkerek mir û yek jî birîndar bû.
15:39 25/10/2016
 
Fîncanci: Îro roja têkoşînê ye
Platforma şaxên ÎHD, TÎHV, ÎTO, KESK, ÇGD û DÎSK Basin-Îş ên Stenbolê di nobeta "Edalet û Azadiyê" de li ber Edliya Stenbolê kom bûn. Di çalakiyê de Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fîncanci axivî û diyar kir ku ger ew îro tênekoşin û di vê nobetê re bi hev re nebin dê nikaribin sibe li cem hev rawestin.
15:18 25/10/2016
 
Tenduristiya jinê dê tenduristiya zayenda civakê pêş bixe
Serokatiya Daîreya polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajare Mezin a Amedê, di çarçoveya "Projeya Wekheviya zayenda civakî û Tenduristiya Jinê" komxebat pêk anî. Di komxebatê de biryar hat girtin ku ji bo zayenda civakî bigêje tenduristiyê divê jin bigêje mafê tenduristiyê.
15:09 25/10/2016
 
Nûçegîhanên me Oncel û Îrlan hatin berdan
Nûçegîhanên ajansa me DÎHA'yê Arjîn Dîlek Oncel û Bêrîtan Îrlan dema li navçeya Pirsûsêya Rihayê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin hatin berdan.
15:05 25/10/2016
 
Ji rojnameya Evrenselê re beraet
Gerînendeyê Giştî yê Rojanameya Evrenselê Fatîh Polan û Midûrê Karên Nivîsan Vural Nasuhbeyoglu yên ku bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "sûc û sûcdar parastine" derbarê wan de doz hatibûn vekirin di rûniştina destpêkê ya dozê de beraet kirin.
14:55 25/10/2016
 
'Em ê bi xwe konên xwe rakin'
Gelê Şirnexê yê ku li derdora gundê Avgamasya kon vedan ji bo ku destûrê nedin leşker konên wan hilweşîne xwe bi xwe konên xwe rakirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN