DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

14:51 22/10/2016
 
Li Dêrikê kesek hat girtin
Li navçeya Dêrikê ji 7 kesên hatibûn binçavkirin welatiyê bi navê MûshînYilmaz hat girtin, kesên din hê jî di bin çavan de ne. Her awiha welatiyê bi navê Huseyîn Baydû ji taxa Kale yê duh êvarî di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
14:45 22/10/2016
 
Li Pulurê pevçûn dijwar bûn
Piştî li navçeya Pulura Dersimê "qedexeya derve" hat îlankirin şer û pevçûn dijwar bûn.
14:33 22/10/2016
 
YBŞ û YJŞ ji bo tolhildana dayik û gelê Êzidî dê biçin Mûsilê
Şervanên YBŞ û YJŞ ku piştî êrîşa DAIŞ'ê xwe bi rêxistin kirin, ji bo tola gelê xwe hilînin dê biçin Mûsilê û li dijî DAIŞ'e şer bikin.
14:28 22/10/2016
 
Artêşa Iraqê ket bajarokê Tilkêfê
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê artêşa Iraqê ket nava bajarokê Tilkêfê.
14:24 22/10/2016
 
Dayikên Şemiyê: Agar îtiraf kir, hûn li benda çi ne?
Dayikên Şemiyê ku cara 604'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev diyar kirin ku Mehmet Agar ê ku kiryarê windahiyên di bin çavan de ye gotinên wî yê li komîsyona darbeyê îtiraf in, bang li darazê kirin.
14:22 22/10/2016
 
Hevseroka DBP'a Dersimê Hulya Yer hat binçavkirin
Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Hulya Yer hat binçavkirin.
14:18 22/10/2016
 
'Divê gelê kurd bibe yek û windahiyên xwe bibîne'
Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan, li Amed û Êlihê di hefteya 402'yemîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kurd bibin yek û windayên xwe bibînin.
13:54 22/10/2016
 
Cenzayê Selman Tîryakî hat definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî yê li çoltera Erzînganê jiyana xwe ji dest da li Amedê hat definkirin. Bavê Tîryakî, Abdulbarî Tîryakî di merasîma cenaze de axivî û banga "şehîdên ku canê xwe dane ji bîr nekin, girêdayî doza wan bin" kir.
13:48 22/10/2016
 
83 cerdevanan çek berdan
Li gundê Aşûtê ya Çelê 83 cerdevanên nexwestin beşdarî operasyonên leşkerî bibin çekên xwe teslîmî qereqolê kirin û gotin ku ew berê luleyên çekên xwe nadin zarokên xwe.
13:28 22/10/2016
 
Esnafên Dêrsimê ku dikan girtin dewlet bêzar kir
Esnafên Dêrsimê duh bi armanca êrîşên dewletê şermezar bike dikan girtin û neçûn ser kar. Esnafên dikan venekirin rayedarên dewletê bêzar kir. Dozgerê komarê der barê esnafan de lêpirsîn vekir. Piştî Waliyê Dersimê biryara "Qedexeya girtina derabeyan" da, gelek esnaf hatin binçavkirin.
13:16 22/10/2016
 
Li Milazgirê 3 kes hatin girtin
Di serdegirtina malan ên Milazgirê de 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.
13:10 22/10/2016
 
Leşkerên Tirk bajaroka Mari û Şêx Îsa topbaran kir
Artêşa Tirk bajaroka Mari bajarokê Şêx Îsa yên girêdayî herêma Şahbayê topbaran dikin.
13:01 22/10/2016
 
Di şerê Kerkûkê de 72 kesan jiyana xwe ji dest dan 200 kes birîndar bûn
Duh çeteyên DAIŞ’ê serê sibê seat derdora 03:00’an êrîşî bajarê Kerkûkê kirin. Di encama êrîşê de 72 kesan jiyana xwe i dest dan û herî kêm 200 kes birîndar bûn.
12:41 22/10/2016
 
Îktîdarê hiqûq kir ço yê destê xwe
ÎHD, ÇHD, OHD û TUHAD-FED'ê bi civîna hevpar a çapemeniyê operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî siyasetmedarên kurd ên li Enqereyê şermezar kirin.
12:32 22/10/2016
 
Hûn dê karibin şopa komkujiyê jî paqij bikin?
Rayedarên dewletê li Cizîrê şopa nivîsên polîs, leşker û tîmên taybet ên nijadperetî, cînsî û neheqiyê ku li ser dîwaran nivîsandibûn jê dibe. Welatiyên Cizîrê jî diyar kirin ku dibe nivîsê jê bibin, lê dê nikaribin şopa komkujiyê ji mejiyê wan bibin û ew dê vê komkujiyê tu carî ji bîr nekin.
11:52 22/10/2016
 
Li taxa Cûdî dorpêça polîsan
Dorpêça polîsan a li taxa Cûdî ya Cizîrê ku şevê din destpê kir di saetên serê sibê de hat rakirin.
11:31 22/10/2016
 
Bi tûrikên çîrokên xwe bajar bajar digere
Lîstikvan Deniz Soruklu Evren, ji bo zarokên ji cih û warên xwe koçber bûne eşên wan derman bike bajar bi bajar digere û bi zimanê wan çîrokan ji wan re dibêje.
11:08 22/10/2016
 
Ji bo îfadeyê çûn hatin binçavkirin
Li Dersimê 5 kes dema ji bo îfadeyê bidin çûn midûryeta polîsan hatin binçavkirin.
10:44 22/10/2016
 
Çoltera Pulurê hat bombebarankirin
Qadên daristan ên navçeya Pulurê serê sibehê bi helîkopteran ve hat bombebarankirin.
10:37 22/10/2016
 
Li Kerkûkê şer didome
Di şerê ku duh piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Kerkûkê li dijî hin noqteyan dest pê kir de li taxa Dûmizê 2 endamên çeteyan hatin kuştin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN