10:30 22/10/2016 |
|
Di civîna Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz wêneyê Tahir Elçî û pankartên balê dikişîne ser Tecrîda li Îmraliyê û komkujiya li Cizîrê vekirin.
|
10:16 22/10/2016 |
|
Xwendekarê Zanîngeha Katîp Çelebiyê Tolga Dûrmûş ê ku ji sedî 49 berasteng e, li zanîngehê komeke nîjadperest gef lê xwarin û pişt re rastî êrîşa wan hat.
|
09:24 22/10/2016 |
|
Li gundê Mîşrîfê ya Lîcê ku qedexe hat rakirin, bax û baxçeyên welatiyan ji aliyê leşkeran ve hat talankirin, guleyên balafirşikêr ên li ereziyê belav bûne xetereyê difurîne.
|
09:24 22/10/2016 |
|
Tiştên di salên 1939-1945'an de bi sere gundê Gumutê hatin, "Keçên winda yên Dersîmê" tîne bîra me. Hatay ku bi refedandumê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan, ji ber qereqola li gundê kurdan Gumutê hat çêkirin jiyan serûbino bû. Apê Mustafa yê 95 salî û wekî haifaza gund tê nasîn dibêje "Bi sedan keç birin û li Helebê firotin."
|
09:23 22/10/2016 |
|
Navenda Jinê ya Nûjiyanê ku li gundên Licê ji bo jinan, ji tenduristiyê heta pêşnûmaya malbatî, ji şideta nav malê heta pirzewacê perwerdehî dida, ji ber operasyonên leşkerî ji neçarî navber da xebatên xwe.
|
09:22 22/10/2016 |
|
Li Xozatê, gorên zinarî yên di navbera gundên Peyik û Segedîkê de ne û xwedî paşerojeke 4 hezar salî ne, efsûniyek difûre.
|
09:21 22/10/2016 |
|
Ji bo Serokê AKP’a Amedê Mûhammed Dara Akar ê ku di daxuyaniyên xwe de tim îdia dike ku AKP aramî aniye herêmê, Ford Rangera zirxî û tîmên taybet hatin tahsîskirin.
|
09:21 22/10/2016 |
|
Niqaş û dijberiyên Wezîrê Perwerdehiya Mîlî û Serokwezîrtiyê yên li ser mijara mamosteyên ji peywirê hatine dûrxistin û îxrackirin zêde bûn. MEB dixwaze mamsote dubare vegerin ser karê xwe, lê Serokwezîr li dijî vê yekê dertê.
|
09:20 22/10/2016 |
|
Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, girtiyê nexweş Necmettîn Olmez, ku 5 roj berê dest bi greva biçîbûnê kiribû û ji neçarî dev jê ber da, rastî gefxwarina gardiyanan tê.
|
09:17 22/10/2016 |
|
Parêzer Hasan Kiliç diyar kir ku, piştî îlankirina OHAL’ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê jî binpêkirinên mafan zêde bûye û wiha got: “Li qawîşên 10 kesan 15 kes dimînin û girtî li erdê radikevin.”
|
09:16 22/10/2016 |
|
Nûçegîhana Rojnameya To Vîma ya Yûnanîstanê Taîna Bozanînou ku hat Amedê anî ziman ku, rojnamegerên kurd li Tirkiyeyê di bin şert û mercên zor de dixebitin û ne ji rojnamegeriya kurd be kes der barê êrîşên dewletê de nikaribûya rastiyan hîn bibe.
|
09:16 22/10/2016 |
|
Endamê Însiyatîfa Cîwanan a Mafê Mirovan (YIHR KS) ê Kosovayî Albert Selîmî anî ziman ku, dema wî li welatiyan û saziyan guhdar kiriye û jê re behsa şer kirine matmayî maye û got, ew hîn bûye ku li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa jî hatiye maşendin. Selimî dest nîşan kir ku, ew ê wahşeta li dijî kurdan li Ewropayê parve bike.
|
09:15 22/10/2016 |
|
Yek ji berxwedêrên Sûrê, ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin Mahsûm Polat e. Bavê Polat, Yûsûf Polat diyar kir ku, kenê kurê wî hîn jî li Sûrê li ser bircan bilind dibe. Dayika wî Ayfer Polat jî got, wek diyarî ji kurê wê saet û kefiya wî jê re maye.
|
09:13 22/10/2016 |
|
Welatiyê bi navê Nasir Erol ê ku salek berê li ser îxbarekê li Stenbolê hat girtin, diyar bû ku ji ber wêneyê xwe yê bi kincên gelêrî kiriye profîla hesabê xwe yî Facebookê bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.
|
09:12 22/10/2016 |
|
Li navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê piştî daxuyaniyên Serokomar Erdogan tevgera leşkerî derket lûtkeyê. Ji ber îxtimala operasyoneke derveyî sînor seferên balafirên tên Geverê zêde bûne, sewqiyata leşkerî pêk tê û ligel baragehên nû yên sînor bi cerdevanan re jî civîn tên lidarxistin.
|
08:57 22/10/2016 |
|
Endamê YPS'ê Dogan Budak ê di 19'ê Nîsanê de li Geverê jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.
|
21:48 21/10/2016 |
|
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê, li dijî binçavkirina 2 kesî, welatiyan bertek nîşan de û di navbera welatî û polîsan de pevçûn derket.
|
19:34 21/10/2016 |
|
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, di 77’emîn Nobeta Rêzgirtina Mafê Jiyanê de çalakiya bêdengiyê li dar xist û xwest dawî li binpêkirinên mafên mirovan bê.
|
16:46 21/10/2016 |
|
Dayîka Aştiyê Behîce Bor a li Wanê hat binçavkirin, ji ber cezayekê ku berê lê hatibû birîn hat girtin û ew şandin girtîgehê.
|
15:20 21/10/2016 |
|
Leşkerên Tirkiye 60 fuzayên erd-erd avêtin herêmên Şehbayê.
|