10:52 21/10/2016 |
|
Di ser erdhejên 23'ê Cotmeh û 9'ê Mijdara 2011’an de li Wan û Erdîşê pêk hatin re 5 sal derbas bûn, lê hêj dewletê sozên ku daye erdhejzedeyan pêk neanî. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku bi qasî dewletê ew mexdûr kirin erdhejê ew mexdûr nekirin.
|
10:52 21/10/2016 |
|
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Navenda Polîsan a Kerkûkê, gundê Emele Şeîbî, taxa Wahd Xuzîran û Hotêla Kerkûkê şerê ku derket didome.
|
10:39 21/10/2016 |
|
Parlamentera Parlamentoya Ewropa û Îngîltereyê Julie Ward a ku dema hat Tirkiyeyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin diyar kir ku Tirkiye di rewşek talûke de ye.
|
10:37 21/10/2016 |
|
Li Dersimê ji bo 13 gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan esnafên bajar derabeyên dikanên xwe venekirin.
|
10:30 21/10/2016 |
|
Walîtiya Sêrtê herêma di nav bera navçeyên Dihê û Berwariyê de ku bi hinceta "herêma ewlehiya taybet" îlankiribû dema qedexeyê cara 4'emîn dirêj kir.
|
10:11 21/10/2016 |
|
DYA'yê ji ber ku balafirên şer ên Tirk li nokteyên Hêzên Şoreşger ên Rojava xist, Tirkiye hişyar kir û wekî “çalakiya nehatiye koordinekirin" bi nav kir. DYA Tirkiye hişyar kir û xwest li gorî koordîneyê tev bigere.
|
10:11 21/10/2016 |
|
Polîsan bi piştgiriya helîkopteran bi ser Komeleya Federasyona Ciwanan a li Okmeydanî de girt û gelek ciwan binçav kirin.
|
09:56 21/10/2016 |
|
AKP a ku navenda dîrok û jiyanê Sûra Amedê xera dike, niha jî li navendê qadên cemaweriyê û daristanan ji rantê re vekir û dest bi çêkirina AVM û rezîdansê kiriye.
|
09:51 21/10/2016 |
|
Endama YJA-STAR'ê Leyla Nas, ku li Bedlisê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ji aliyê jinan ve bi silogana "Şehîd Namirin" hat definkirin.
|
09:14 21/10/2016 |
|
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Kepsûta Balikesîrê li dijî girtiyên ji doza PKK'ê girtî ne pêkanînên dij mirovane didomin û girtiyên PKK'î birine cem girtiyên edlî. Girtiyan bi rêya têlefonê li malbatên xwe agahdar kirin gotin ku di nava girtiyên edlî de kesên nijadperest û nebaş hene û ji ber vê yekê jiyana wan di xeterê de ye.
|
09:12 21/10/2016 |
|
Ji heyeta PE'yê Serokê EGAM'ê Benjamîn Abtan, ku li Bakurê Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin da zanîn ku ew li ser bê agahî mayîna têkîldarî geşedanên li Kurdistanê hatine heremê, ew ê bi çavdêriyên xwe mijara Kurdistanê bibin Ewropayê û dê zordestiya Erdogan ku li kurdan dike ji Ewropayê re vebêjin.
|
09:11 21/10/2016 |
|
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî dest nîşan kir ku, bi pêvajoya OHAL’ê re li Kurdistanê binpêkirina mafan ji sedî 100 zêde bûye û Alîgirê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş ê ku dema OHAL hat îlankirin gotibû “Dê bandorê li jiyana rojane neke” vexwend Amedê, da rastiyan bibîne.
|
09:10 21/10/2016 |
|
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku, serdegirtina malên hucreyî yên DAIŞ’ê yên ku di demên dawî de pêk tên bi awayekî lihevkirî pêk tên û wiha got: "Muduriyeta Polîsan a Dîlokê vegotina “DAIŞ, dê êrîşî hin deverên bajêr bike” belav dike û bi vî awayî dixwaze panîkê çêkin."
|
09:09 21/10/2016 |
|
Lêkirina dîwarê dewleta tirk ê di navbera Kobanî û Pirsûsê de berdewam dike. Serokê Desteya Hindirîn a Kantona Kobaniyê Bozan Xelîl diyar kir ku ev dîwar bi hinceta "terorê" hatiye danîn, lê dîwar bi xwe teror e û wiha got: "Wek hemû dîwarên sinoran dê gel vî dîwarî jî hilweşîne."
|
09:08 21/10/2016 |
|
Gerîllayê hunermend Şefîk Yaktin ê ku 12 sal berê jiyana xwe ji dest da, girêdana xwe ya bi huner û têkoşînê re wiha pênase kiribû “Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe, hem jî sozê xwe be.
|
09:07 21/10/2016 |
|
Bi vegotinên Basl Al Ahmad yê ku dê di sînorê Hatayê re derbasî Îdlibê bibe û tevlî El Nûsra û rêxistinên girêdayî wê bibe, di sînorê Tirkiyeyê re metoda derbasbûyîna çeteyan derket holê.
|
09:07 21/10/2016 |
|
Li sînorê Hatay-Sûriyeyê, piştî êrîşa li dijî Efrînê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Tang û yekîne sewqî Qereqola Bukulmez û sînorê Sorkê hatin kirin.
|
09:06 21/10/2016 |
|
Doza ku hevserokên HDP’a Sarûhanliyê Ayşe Karagoz û Suleyman Kaban jî di nav de 6 jê girtî bi giştî 8 kes tên darizandin, salek derbas bû, lê hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin.
|
09:04 21/10/2016 |
|
Girtiyê siyasî Mehmet Başçi ku rastî êrîşa girtiyê edlî Yavuz Yilmaz hatibû, dîsa dê tevî erîşkarê xwe bi heman maşina rîngê biçe rûniştina dozê. Rêveberiya girtîgehê agahî da Başçi ku dê bi heman rîngê biçe rûniştina dozê.
|
09:03 21/10/2016 |
|
Sermuzakerevana hikûmetê ya di navbera Gerîllayên Eniya Rizgariya Îslamîya Moro ya Fîlîpîniyan (MÎLF) û hikûmeta Fîlîpîniyê de hevdîtinên aştiyê kir Miriam Coronel Ferrer, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyar kir ku berî her tiştî şerê dualî raweste.
|