DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

13:09 09/10/2016
 
Hezaran cenazeyê 4 kesan defin kir
Cenazeyê 4 welatiyên ji aliyê polîsan ve li Geverê hatin qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma “Şehid namirin” hatin definkirin.
11:04 09/10/2016
 
Polîsê gel gulebaran kiribû hat girtin
Li Geverê polîsê bi navê Î.M. ê ku gel gulebaran kir, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2 kes birîndar bûn hat girtin. Î.M. îdia kiribû ku çeka wî ji ber xwe gulebaran kiriye.
11:04 09/10/2016
 
Dayik girtin zarokên şîrmij birçî hiştin
Mamosteyên xwişkên hev Fatma Gulçiçek Ari û Adile Gulçiçek Ekîcî hatin girtin û di heman kawîşê de tên girtin. Zarokên mamosteyan ê 5 salî Agît û ya 18 mehî Şerman li derve man. Zarokên ku dayikên wan hatin girtin derûniya wan xera bû û dest bi hebên dijdepreson kirin.
10:56 09/10/2016
 
Esnafên Edeneyê darebeyên xwe venekirin
Esnafên Edeneyê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê darebeyên xwe venekirin û komplo şermezar kirin.
10:56 09/10/2016
 
Bi qeşartina daran debara xwe dike
Welatiyê bi navê Naîf Guven ê bi qeşartina daran 7 zarokên xwe xwedî dike, li beramberî qeşartina 100 daran 35 TL qezenc dike.
10:45 09/10/2016
 
Di çalakiya Şemzînanê de 8 leşker hatin kuştin - HATE NÛKIRIN
Li dijî Qereqola Duran a 17 kîllometre dûrî Şemizînanê ye, bi wesayîtekê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 8 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî êrîşê rêya Şemzînan-Geverê ji çûn û hatinê re hat girtin.
10:38 09/10/2016
 
Li Yenîbosnayê 3 otobus hain şewitandan
Li Yenîbosnayê Otobusên Taybet ên Gel ku park kirîbûn hatin şewitandin.
10:25 09/10/2016
 
Eutelsat weşana Newroz TV jî qut dike
Şîrketa Eutelsatê piştî weşana Med Nûçe TV qut kir niha jî weşana Newroz TV a ji bo gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê weşanê dike qut dike.
10:14 09/10/2016
 
Kiryarê qatlîama Enqereyê endamê Baskê Ciwanan a AKP'ê ye - TAYBET
Mehmedîn Baraç ê ku yek ji kiryarên qatlîama Enqereyê ye derket holê ku endamê Baskê Ciwanan a AKP'ê ye. Baraç got ku endamên ÎHH'ê li Sûriyeyê xebatinê û endamên DAIŞ'ê yên li Amedê hatine kuştin jî nas dike.
10:12 09/10/2016
 
Ji bo Şirnexê dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji bo qedexeya ku ji 14'ê Adarê heta niha li Şirnexê didome bê rakirin sibehê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û dorveger dikin.
10:09 09/10/2016
 
Li Çelê mirina bi guman a leşkerekî!
Li Colemêrgê de encama teqîna narincokê ya di mewziyê de hate îdiakirin ku leşkerek miriye.
10:02 09/10/2016
 
6 xwendekar piştî 4 mehan derdixin pêşberî dadger
Di serdegirtina li hemberî HDP'ê de 6 xwendekar hatibûn binçavkirin û piştî 4 mehan cara yekem dê derkevin pêşberî dadger.
09:19 09/10/2016
 
Duh bi qatlîamê îro bi qedexeyê aştiyê asteng dikin!
Xwîşka Vahdettîn Ozgan ê di qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest da Gulîstan Ozgan hestên xwe bi gotina "Ligel ku li ser qatlîamê salek derbas bû jî wekî ku duh pêk hatiye min bandora wê ji ser xwe neavêtiye" anî ziman. Malbatan diyar kirin ku yên duh daxwaza aştiyê be qatliamê asteng kirin îro jî bi qedexekirina merasîmên bîranînê hewl didin vê asteng bikin.
09:15 09/10/2016
 
Li Şirnexê qedexe jî xirakirin jî didome
Ligel gotina "operasyon bi dawî bû" jî li Şirnexê 7 meh in qedexe berdewam dike, piştî çekên giran niha jî bi makîneyên kar avahî tên hilweşandin, malên ku zirar nedîtine nemaye.
09:11 09/10/2016
 
Di civîna nepen de mudaxeleya arasteyî Efrînê jî hatiye nîqaşkirin!
Hat îdiakirin ku li Reyhanliyê Tirkiye di cîvîna xwe yî nepen a bi nûnerên komên selefî yên li Sûriyeyê şer dikin de, ji koman xwestiye têkildarî operasyoneke li dijî Efrînê fikrên xwe beyan bikin.
09:10 09/10/2016
 
Divê li hemberî grîpê extiyar û zarok hay ji xwe hebin
Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Bijîşk Yaşar Ulutaş diyar kir ku, di guherîna demsalan de herî zêde extiyar û zarokên ku muqawematiya wan lawaz e rastî grîpê tên û tamandina grîpê pêşniyar kir.
09:07 09/10/2016
 
Ne 400 hefte, 4 hezar hefte be jî dê li qadan bin
Li Amedê çalakiya xizmên windayan 400 hefte li pêyî xwe hişt. Malbatên windayan diyar kirin ku, heta ew hestiyên xwe bibînin dê daxwaza edalet û têkoşîna xwe bidomînin û bang li dewletê kirin ku guh bide daxwaza malbatan.
09:06 09/10/2016
 
Rênas Jiyan: Bi zilmê pêşî li azadiyê nayê girtin
Nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan ê ku hat binçavkirin û pişt re serbest hat berdan aşkere kir ku, bi hinceta ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ hatiye binçavkirin û anî ziman ku dê bi zilmê pêşî li azadiyê neyê girtin.
09:04 09/10/2016
 
Wî çêkir dewletê xira kir
Bendava Ilisû ya Heskîfê hem warên dîrokî û hem jî xaniyên welatiyan di bin avê de dihêle. Bendavê xaniyê dîrokî yê Îbrahîm Suzer a 250 salî jî di bin avê de hişt. Îbrahim Suzer (70), bertek nîşanî hikûmetê da û diyar kir ku wî 3 caran xanî ava kir û dewletê xaniyê wî desteser kir.
09:02 09/10/2016
 
Li Nisêbînê bîlançoya hilweşînê giran dibe
Li Nisêbînê ku ligel hêjî li 6 taxan qedexeya derve berdewam dike, hilweşîna xaniyan jî didome û ger hilweşîn bê temamkirin dê 41 hezar 927 kes bê mal bimînin. Tu daxuyaniyên ku dê qedexe kengî bê rakirin ne hatine dayîn, xanî û amûrên saxlem ên welatiyan jî tên hilweşandin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN