DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

20:41 08/10/2016
 
Peyama dawî ya Îşozu yê hat qetilkirin: Pêşî xeyal, dawiyê mirov dimirin
Necdet Îşozuyê li Geverê bi gulebarana wesayîta zirxî hat qetilkirin, li ser hesabê medyaya civakî peyama wî ya herî dawî gotina Shakespeare ya “Pêşî xeyal, dawiyê mirov dimirin” e.
20:30 08/10/2016
 
Li Geverê dîmenên nû derketin holê
Li Geverê têkildarî bûyera ku 4 kes hatin kuştin û 2 kes jê jî birîndar bûn de dîmenên nû derketin holê. Di dîmenan de polîs sivîlên ku birîndaran vediguhêzin gulebaran dikin. Her wiha dîmen îdiaya walîtiyê ya “Çek qelb kir” jî derewand.
19:25 08/10/2016
 
Li Nisêbînê 3, li Şirnexê 2 cenaze hatin derxistin
Li Nisêbînê ji Taxa Dîcleyê ya bi têlên rêsayî hatiye dorpêçkirin 3 cenaze, li Şirnexa ku qedexe û rûxandin lê didome jî 2 cenaze hatin derxistin.
19:09 08/10/2016
 
Li Şirnexê teqînek pêk hat
Li Şirnexa ku qedexya derketina derve lê didome de, teqîneke mezin pêk hat..
18:33 08/10/2016
 
Dê sibê her 4 welatiyên hatin qetilkirin bên definkirin
Dê sibê bi merasîmekê her 4 welatiyên ku li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bên definkirin.
16:52 08/10/2016
 
Cenazeyê rojnameger Akyol bi girseyî definkirin
Cenazeyê rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol, ji aliyê heval û hempîşeyên xwe ve bi girseyî hat definkirin. Hevalên wî soza berdewama têkoşîna wî dan.
16:38 08/10/2016
 
'Di 10'ê Cotmehê saet 10.04'an de em ê li Gara Trenê bin'
KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê daxuyaniya "bedel çi dibe bila be em ê ji têkoşîna xwe ya ked, aştî û demokrasiyê paş ve gav neavêjin" dan û diyar kirin ku ew ê di roja 10'ê Cotmehê saet 10.04'an de li Gara Trenê bin.
16:28 08/10/2016
 
Di çalakiya Tîpa F de li hemberî girtina weşanan nerazîbûn
Di 237'emîn a Tîpa F de li hemberî girtina televîzyon û radyoyan nerazîbûn hat nîşandan û hate gotin ku ew ê heqîqetê vebêjin.
16:25 08/10/2016
 
Kesên di qetîlama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
Welatiyên bi navê Yilmaz Elmascan, Başak Sîdar Çevîk û Nîlgun Çevîk ên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe yên Pirsusê hatin bibîranîn.
16:24 08/10/2016
 
Huda Kaya: Tirkiye dixin nava şerê Vîetnamê
Parlamentera HDP'ê ya Stenbole Huda Kaya, di panela ÎHD'ê de diyar kir ku Tirkiye di şerê li Sûriyê de dikeve nava şerê Vietnamê û dê nikaribe ji nava vî şerî xwe rizgar bike. Kaya, anî ziman ku îktîdarê bi mehan berê planên darbeyê amade kiribûn û pêk tîne.
15:36 08/10/2016
 
Yek ji 4 kesên hatin qetilkirin biraziyê Pervîn Buldan e
Polîsan li Geverê 4 kes qetil kirin û 2 kes birindar kirin. Yek ji 4 kesên hatin qetilkirin Biraziyê Wekîla HDP'ê Pervîn Buldan ê 16 salî Serhat Buldan e.
15:24 08/10/2016
 
Dayika Kulter: Lêgerîna me ya windayan dê bidome
Dayika Hurşît Kulter Kerîme Kulter anî ziman ku dema pê hisiya ku kurê wê saxe ji kêfan giriya û wiha got: "Kurê min hat dîtin, lê bi hezaran winda hene. Dê lêgerîna me ya ji bo windayan bidome. "
15:13 08/10/2016
 
400 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin
Xizmên windayan ên ku 400 hefte ye li Amed û Êlihê tên cem hev, aqûbet windayan pirsîn. Di çalakiya ku Selahattîn Demîrtaş peyam şand de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel axivî û wiha got: "Kulter 13 rojan di bin çavan de maye. Ev binçavkirin derveyî qeydê ye. Divê Tirkiye vê bibîne."
15:07 08/10/2016
 
Alîkariya ji bo Geverê didome
Alîkarî û piştevaniya ji bo Geverê didome. Komeleya Rojava îro bi tiran prîketa şandin Geverê.
14:32 08/10/2016
 
Ligel êrîşan jî vexwendin ber Gara Enqereyê
Endamên Halkeviyê yên ku li ber Teşkîlata AKP'ê ya li Enqereyê rastî êrîşa polîsan hatibûn û hatibûn binçavkirin diyar kirin ku ew ê qadan neterikînin. Endaman bang li her kesî kirin ku ji bo bertekên xwe bînin ziman di salvegera qetlîama Enqereyê de li ber Gara Enqereyê bên gel hev.
14:21 08/10/2016
 
Li dijî qeyûman dest bi greva birçîbûnê kirin
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrî li dijî tayînkirina qeyûman û xespkirina îradeya gel greva birçîbûna ya rojekî da destpêkirin.
14:15 08/10/2016
 
Baroya Amedê di kongreyê de Tahîr Elçî ji bîr nekirin
Baroya Amedê piştî Serokê wan Tahîr Elçî li Sûrê hat qetilkirin, ji bo Serokê xwe û rêveberiya xwe ji nûve hilbijêrin kongre pêk anîn. Baroyê di kongreyê de bal kişandin ser têkoşîna heq û hiqûqê ya Tahir Elçî û ew bibîr anîn.
13:47 08/10/2016
 
Dayikên Şemiyê: Dixwazin dengê me qut bikin
Dayikên Şemiyê di lêgerîna edaletê ya ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin de di hefteya 602'yemîn de kiryarên 12 kesên li Kerboranê di 1995'an de hatin windakirin bê pirsîn. Di çalakiyê de li hemberî girtina radyo û televîzyonan jî nerazîbûn hat nîşanda û wiha hat gotin: "Dixwazin dengê me qut bikin."
13:47 08/10/2016
 
Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
Di serdegirtina malan a li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin.
13:38 08/10/2016
 
Leyla Guven: Polîsan bi zanebûn gel gulebaran kir
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven diyar kir ku polîsan li Geverê bi zanebûn gel gulebaran kirine û 4 welatî qetilkirine.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN