DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

10:11 07/10/2016
 
Baroya Amedê Serokê xwe hildibijêre
Baroya Amedê, piştî serokê wan Tahir Elçî li Sûrê hat qetilkirin û şûnde di 9'ê Cotmehê de hilbijartina Serokê Baroyê pêk tînin. Baro dê di hibijartinê de serokê xwe diyar bikin.
10:10 07/10/2016
 
Endama KJA'yê Altinkaynak hat binçavkirin
Endama KJA'yê Zeynep Altinkaynak li Amedê hat binçavkirin.
10:09 07/10/2016
 
Cenazeyê Ataş ber bi Edeneyê ve derxistin rê
Malbata Eylem Aktaş cenazeyê keça xwe ku piştî 101 rojan ji sînor girtin ji bo definkirinê ber bi Edeneyê ve derxistin rê.
09:58 07/10/2016
 
Nûçegîhanê ETHA hat girtin
Nûçegîhanê ETHA Mehmet Anil jî dinavde 4 endamên ESP'ê hatin girtin.
09:24 07/10/2016
 
Hûrşît Kulter li Kerkûkê ye - DEQEYA DAWÎ
Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê Hûrşît Kulter ê ku ji 27’ê Gulanê ve agahî jê nayê girtin, li Kerkûkê ye.
09:18 07/10/2016
 
Dayik 400 heftene li windayan digerin
Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan a Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin vê hefteyê 400'emîn çalakiya rûniştinê pêk tînin. Têkildarî çalakiya 400'emîn Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan Racî Bîlîcî û Endamê Komîsyona kujer nediyar Hasan Yalçin bang li hemû gel û sîyasetmedaran kirin ku beşdarî çalakîya şemîyê bibin.
09:08 07/10/2016
 
Li Manîsayê îşkence li girtiyan dikin
Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê diyar kirin ku îşkenceya li dijî girtiyan didome.
09:07 07/10/2016
 
300 sal in kevneşopiya dapîr û bapîrên xwe diparîzin
Welatiyên ku li bajaroka Gundikê Melê dijîn bi kevneşopiya ku bi sedan salan e didomînin bi hevre xwarinê çêdikin, bi duayan ve xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û demsala payîzê pêşwazî dikin.
09:04 07/10/2016
 
Salek derbas bû lê ew meydan hîn jî 'Qanli Meydan' e- DOSYA 1
Di 10'ê Cotmeha sala çûyî de, da aşitî were vê erdnîgariyê ji çar aliyên Tirkiyeyê mirovan berê xwe dabû Enqereyê. Lê li nav van mirovên ji bo aşitiyê ketin rê û hatin bombe hatin teqandin û zêdeyî sed kesî jiyana xwe ji dest dabû û di dîroka Tirkiyeyê ya komkujiyan de ev wek Komkujiya 10'ê Cotmehê cih girt û piştî vê komkujiyê heta niha Tirkiye bi ser heşê xwe de nehatiye. Piştî komkujiya 10'ê Cotmehê bi destê DAIŞ'ê gelek komkujiyên bi vî rengî pêk hatin, pêvajoya şerekî bêeman û wek ewrekî reş hewldaneke derbeyî bi ser civakê de hat. Ji vana hemûyan jî diyar dibe ku bê komkujî tê çi wateyê û boyî çi pêk hatiye.
09:04 07/10/2016
 
Li Girtîgeha Osmaniyeyê pêkanînên nemirovî
Xizmên 23 kesên ku li Nisebînê bi mîzansena "teslîm bûn" hatin girtin û birin Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê diyar kirin ku 5 girtiyên birîndar ji ber ku nehatin dermankirin lebatên xwe winda dikin û pêkanînê girtîgehê wekî yên Girtîgeha Amedê ya 12'ê Îlonê ye.
09:04 07/10/2016
 
Li Dîlokê li dijî penaberên sûrî nêzîkatiyên nîjadperestî zêde dibin
Li Dîlokê di demên dawî de her diçe li dijî penaberên sûriyeyî nêzîkatiyên nîjadperestî zêde dibin. Têkildarî vê Serokê Şaxa ÎHD’a Dîlokê Ahmet Hartavî got, dibe ku ev nêzîkatî li nêv civakê bibin sedema pevçûnan û diyar kir ku, ew ê nêzîkatiyên bi vî rengî gilî bikin.
09:02 07/10/2016
 
Li şûna Siyabend tenê Şîno maye
Haci Bîrlîk (Siyabend) ê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê de hatibû înfazkirin û piştre jî cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hatibû kaşkirin, li pey xwe tenê çûka xwe ya bi navê Şîno hiştî ye. Şîno niha ji bavê Siyabend, Hasan Bîrlîk re havrêtiyê dike.
09:00 07/10/2016
 
Ji ber cil û bergên gelêrî, avahî dan ber agir
Tê diyarkirin ku li Şirnexê hêzên dewletê di dema qedexeyê de, di lêgerîn û sehîkirina malan de, bi hinceta li malan cilûbergên gelêrî yê bi navê “Leşkerî” hene, agir bi gelek avahiyan xistine.
09:00 07/10/2016
 
'Daxwaza Erdogan û AKP'ê dîktatorî ye'
Serokwekila Koma HDP'ê û Parlementera Amedê Çaglar Demîrel diyar kir ku tu kes nikare mêjî û îradeya gel bistîne û jiyanê tarî bike.
22:15 06/10/2016
 
Li Çiyayê Tendurekê operasyona leşkerî
Hat diyarkirin ku, li quntarên Çiyayê Tendurekê yê li sînorê Giyadînê ye operasyona hewayî û bejahiyî hat destpêkirin.
22:11 06/10/2016
 
Nûçegîhanê Evrenselê Ûgûr hat girtin
Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Cemîl Ûgûr ê ku di dema şopandina nûçeyan de hatibû binçavkirin û piştî 16 rojên binçavkirinê bi şertê venêrîn edlî hatibû berdan, li ser îtîraza dozgeriyê hat girtin.
21:40 06/10/2016
 
Cenazeyên 4 HPG’yiyan hat teşhîskirin
Cenazeyê 4 gerîllayên HPG’ê yên li Stewrê jiyana xwe ji dest dan, hatin teşhîskirin.
21:33 06/10/2016
 
Cenazeyê Ataşê li Mêrdînê tê rawestandin
Cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataş a ku di operasyonên li dijî Minbicê de jiyana xwe ji dest da, ji ber malbata wê naxwaze otopsiyê biek, li Mêrdînê Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê rawestandin.
20:10 06/10/2016
 
Li Payîzavayê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li nêzî gundê Dimê ya Payîzavayê de, leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn.
19:54 06/10/2016
 
Ji jinan banga beşdarbûna cenazeyê Ataşê
Yeryuzu Kadinlarî yên di ji Kadikoya Stenbolê boyî beşdarbûna merasîma cenazeyê Eylem Ataşê têkevin rê, bang li hemû jinan kirin da beşdarî cenazeyê Ataşê bibin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN