DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

18:56 06/10/2016
 
Nobeta li ber Van TV'yê di roja 7'an de jî didome
Nobeta xebatkarên Van Tv û Dogu Radyo yên ji bo şermezarkirina girtina radyo û TV’yan dabûn destpêkirin di roja 7’emîn de jî didome.
18:55 06/10/2016
 
Piştî 101 rojî şûnde cenazeyê Eylem Ataşê hat wergirtin
Şervana BOG’ê Eylam Ataş a ku dema li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê nedihat dayîn, piştî 101 rojî şûnde ji aliyê malbatê ve cenazeyê wê hat wergirtin.
18:00 06/10/2016
 
Dê Mehmet Akyol roja şemiyê bê definkirin
Rojnameger Mehmet Akyol ê ku jiyana xwe ji dest da, dê roja şemiyê bê definkirin.
17:32 06/10/2016
 
Rojnamger Bekîroglu hat tehliyekirin
Metîn Bekîroglû, nûçegîhanê rojnameya heremî ya bi navê Licê, piştî 52 rojan hat tehliyekirin.
17:27 06/10/2016
 
Piştî hevdîtinê, li derketina girtîgehê hat girtin
Rêveberê DBP'a Bismilê yê berê Ejder Dag, piştî hevdîtina apê xwe yî di girtîgehê de, li derketina girtîgehê hat binçavkirin û pişt re hat girtin.
17:05 06/10/2016
 
Ji bo leşkerên tirk ji Iraqê bên derxistin serî li NY'yê dan
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ji bo ku leşkerên tirk ji axa Iraqê bên derxistin serî li NY'yê da.
17:05 06/10/2016
 
Fîlma ‘Kanli Postal” dê li Amedê bê pêşandan
Fîlma “Kanli Postal” a ku li ser îşkence û berxwedana Zîndana Amedê hat çêkirin dê di 22’ê comtehê de li Amedê yekemîn car bê pêşandan.
09:56 06/10/2016
 
Di bin çavan de strana 'Beni vuracaklar' guhdarî min kirin
Koordînatorê Weşana Radyo Rengîn Ramazan Kaya ku ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin diyar kir ku polîsan di bin çavan de strana "Beni vuracaklar" guhdarî wî kirine.
16:38 06/10/2016
 
Li Wêranşarê 7 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê cendirmeyan bi ser malan de giritn û 7 kes binçavkirin.
16:26 06/10/2016
 
Li nêzî navenda polîsan teqîn çêbû
Li nêzî Navenda Polîsan a 75 a Yenîbosnaya Stenbolê teqîn çêbû. Piştî teqînê li qadê dû bilind bû.
16:26 06/10/2016
 
Qeyûmê Sûrê 4 alîgirên hevşaredaran ji kar girt
Qeyûmê Sûrê 4 alîkarên Hevşaredariya Sûrê ji peywirê girt û li beşên cuda yên şaredariyê wek xebatkarên pispor da bicihkirin.
16:25 06/10/2016
 
Di 2 mehan de 3 caran bi ser mala Uykur de girtin
Li Cîzirê tîmên taybet di nava 2 mehan de 3 caran bi ser mala Uykur de digirin û camên derî û şibakên malbatê dişkînin.
16:08 06/10/2016
 
Divê kujerên Kaçeroglu bên cezakirin
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bang kir ku kujerên Ekrem Kaçeroglu yê d serhildanên Kobanê de hat qetilkirin bê dîtin û cezakirin.
16:05 06/10/2016
 
Rûniştina Turker û Kizilkaya hat taloqkirin
Rûniştina doza Rojnameger Yildirim Turker ku piştgirî dabû Rojnameya Ozgur Gundemê û Midûrê Karê Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya hat taloqkirin.
16:02 06/10/2016
 
Cenazeyê Şahîn ê HPG'î hat wergirtin
Cenazeyê Hatîp Şahîn ê HPG'î lê li Xozatê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.
16:02 06/10/2016
 
Parêzer derketin pêşberî dadgehê
19 parêzerên ku qatlîama Enqereyê şermezar kirin û der barê wan de doz hate vekirin derketin pêşberî dadgehê.
15:29 06/10/2016
 
Kedkarê Ozgur Gundemê Akyol jiyana xwe ji dest da
Edîtorê rûpela ked-aborî yê rojnameya Ozgur Gundemê ku hatiye girtin Mehmet Akyol, li nexweşxaneya ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da. Akyol, mayîna xwe ya di Gundemê de bi van gotina vegotibû: "Wekî fikra xwe dixwazim pêk bînim."
15:13 06/10/2016
 
Tayinkirina qeyûman şermezar kirin
HDP'iyên ku li ber Şaredariya Karşiyakayê tayînkirina qeyûman şermezar kirin diyar kirin ku qeyûm ji bo gel û demokrasiyê tuneye.
15:01 06/10/2016
 
Rojnamegeran starta çalakiyên 'edalet û azadiyê' dan
Rêxistinên ked û demokrasiyê, rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê li dijî binçavkirin û girtinên ku bi OHAL'ê re zêde bûn li ber Edliyeya Stenbolê starta çalakiyên "edalet û azadiyê" dan û daxuyandin dê ji 18'ê cotmehê pê ve nobetên Sêşemê bigirin.
14:38 06/10/2016
 
Li Colêmergê Hevserokê SES'ê hat binçavkirin
Li Colemêrgê Hevserokê Şaxa SES'ê Musa Bor hat binçavkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN