Dizîtiya AKP'ê ya dengan di kamerayan de ye
1 Mijdar
									
										20:47
										2015
									
								DÎLOK (DÎHA)- Li Dîlokê dîmenên ku bi diruşmên "allah-u ekber" ve torbeyên dengan bi wesayîtên sivîl ve  dibin edliyeyê û tên guhertin derketin holê. 
Li Dîlokê piştî jimartina dengan, torbeyên dengan bi wesayîtên sivîl ên aydî saziya xizmetên gundan û yên maliyeyê ve birin Lijneya Hilbijartinê ya Bajar  û ev yek bi kamerayan ve hate kişandin. Kesên ku dengan dibin edliyeyê dirûşmên "allah allah" "allah-u ekber" davêjin, yên ku kamera dîtin rûyên xwe veşartin. Kesên navborî hişyariya "baldar bin li vir çapemenî heye" li hev dikin û hin torbeyên dengan tên guhertin û ev yek di dîmenan de tê dîtin.
Dîsa samîmiyeta kesên navborî ya bi polîsan re balê dikişîne. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							