DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mîhrîcana Fîlman a Gola Wanê destpê dike

 
4 Kanûn
11:43 2015

WAN (DÎHA) - Li Wanê 4'emîn Mîhrîcana Fîlman a Gola Wanê û Xelatên Înce Kefalî yên Sînemayê di 6'ê Kanûnê de destpê dike. Dê di çarçoveya mîhrîcanê de gelek çalakî werin lidarxistin û ev bername hemû dê bê pere bin.

Li Wanê Mîhrîcana Navneteweyî ya Gola Wanê û Xelatên Sînemayê yên Înce Kefalî vê hefteyê destpê dike. Mîhrîcan ji aliyê Şêwirmendiya Çand û Hunerê a Bajar ve tê organîzekirin.

Mîhrîcan dê bi fîlma 'Kesîk' a Fatîh Akin destpê bike her wiha dê gelek fîlmên din bên nîşandan.

Di mîhrîcana ku dê 6 rojan bidome de dê fîlm, ger û gelek çalakiyên cûda pêk werin û mîhrîcan dê 11'ê Kanûnê bi merasîma xelatan bi dawî bibe.

(no/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN