DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mîhrîcana fîlman a Amedê yadî Tahîr Elçî kirin

 
8 Kanûn
12:09 2015

AMED (DÎHA) - 7'emîn Mîhrîcana Fîlman a bi navê 'Kîjan mafê mirovan' ku ji aliyê Documentarîst ve tê lidarxistin dê di navbera 11-13'ê kanunê de li Amedê destpê bike û mîhrîcana îsal yadê Tahîr Elçî hate kirin.

7'emîn Mîhrîcana Fîlman a bi navê 'Kîjan Mafên Mirovan' ku ji aliyê Documentarîst ve tê lidarxistin dê di navbera 11-13 kanunê dê li Amedê were lidarxistin. Mijara sereke ya mîhrîcana îsal "Penarber in" û dê belgeselên li ser berxwedan, mafên jinan, komkujî û hevrûkirin werin pêşandan. Belgesel dê li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bê pere werin nişandan û dê hin derhênerên belgeselan jî tevlî mîhrîcanê bibin.

Mîhrîcan dê bi belgesela "Nû Jîn" ku çîrokên jinên pêşengiya berxwedana Kobanê kirine kiriye mijar destpê bike.

Derhêner Veysî Altay derbarê mîhrîcanê de agahî dan. Altay got ku Belgesela "Şopa pelpelîtanê" qala mirovên di Bihara Ereban de li hember rejîme derketine, belgesela "73" qala jiyana Êzdiyên li Şengalê, belgesela "Xwedê rojên yekşemê naxebite" qala komkujiya li Rûandayê, "Kolonî" qala xebatkarên di kanê komiran de dixebitin, belgesela "Hay way zeman" qala komkujiya Dersîmê dike û "Bark" fîlma Hacî Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê hatiye qetilkirin tê de lîstiye.

Mîhrîcan yadê Tahîr Elçî tê kirin

Altay da zanîn ku diruşmeya mîhrîcana ku ÎHD, TÎHV, TMMOB û Şaredariya Rezanê amade dike dê "Em serî natewînin" be. Altay bilêv kir ku wan mîhrîcan yadê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ê di 28'ê mijdarê de li Sûrê hatiye qetilkirin kiriye.

Bernameya mîhrîcanê wiha ye:

11 Kanun

13.00 - Nûjîn

12 Kanun

14.00 -Bark, Soluk

15.00- Kırlangıcın Yuvası, Meşvan, Ev, Sessiz, Koloni, Kelebeğin izi

19.00 -Hay way zaman, Tanrı pazar günlerini sevmiyor

13 Kanun

15.00- Bark, Soluk, Güçlü irade, Kelebeğin izi

17.00- Sessiz, Koloni, Tanrı Pazar günlerini sevmiyor

19.00 -Kırlangıcın yuvası, Ev, Meşivan

(no/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN