DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mîhrîcana fîlman ji ber êrîşan betal bû

 
13 Kanûn
19:17 2015

AMED (DÎHA) - Du seansên 7'emîn Festîvala Fîlman Ya Kîjan Mafên Mirovan ji ber êrîşên AKP'ê yên li dijî navçeya Sûrê ya Amedê hatin betalkirin.

7'emîn Festîvala Fîlman Ya Kîjan Mafên Mirovan ji ber êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî navçeya Sûrê ya Amedê hatin betalkirin. Mîhrîcanê di 11'ê kanunê de dest pê kir û dê heya 13'ê kanunê berdewam bikiriba. Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ya li navçeya Peyasê ya Amedê hat pêkanîn. Dê belgefîlm û kurtefilmên Nûjîn, Bark, Soluk, Kirlangicin Yuvasi, Mêşvan, Sessiz, Kolonî, Guçlu Îrade, Kelebegîn Îzî, Hay Way Zaman, 73, Tanri Pazar Gunlerînî Çalişmiyor û Ev tevlî festîvalê bûbûna. Lê ji ber êrîş û hewldanên qatlîamê yên hikûmeta AKP'ê ya li ser gelek navçeyên Kurdistanê bi taybet jî Sûrê daye destpêkirin du seansên mîhrîcanê hat betalkirin.

(bî-esa/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN