Piştî gola 3'yan polîsan êrîşî alîgirên Amedsporê kirin
 
								
							9 Sibat
									
										15:30
										2016
									
								AMED(DÎHA)- Di maça Amedspor-Fenerbahçeyê de dema Amedspor 3-2 ket pêşiyê, polîsan êrîşê alîgirên Amedsporê yên li derveyî stadê kir. 
Maça Amedspor-Fenerbahçeyê ya li Tesîsên Werzîşê ya Seyrantepeyê hat lîstin, di deqeya 70'emîn de Amedspor bi gola Yusûf Yagmûr 3-2 ket pêşiya Fenerbahçeyê. Alîgirên Amedsporê yê li derveyî stadê piştgiriya tîma xwe dikirin bi gola Yagmûr re rastî êrîşên polîsan hatin. Di êrîşa ku ava şid û bombeyên gazê hatin bikaranîn de, nuçegîhanê me jî hedef hat girtin. 
Di êrîşa polîsan de hin alîgirên Amedsporê ji bombeya gazê tesîr bûn.  
(red)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							