DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Ji KJA'yê Konferansa Aboriyê ya Jinê

13 Sibat
13:46 2016

AMED (DÎHA) - KJA di 27-28'ê Sibatê de li Amedê Konferansa Aboriyê ya Jinê lidardixe û beriya konferansê jî li bajarên wek Wan, Êlih û Mêrdînê atolyeyên aboriyê têne lidarxistin.

Kongreya Jinên Azad (KJA), têkîldarî Konferansa Aboriyê ya Jinê li avahiya komelê civîna çapemeniyê lidarxist û banga tevlîbûna konferansê kir. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û nûnerên DÎSK, TMMOB û KESK'ê jî tevlî civînê bûn.

Koordînatora Bajêr a Aboriyê ya Amedê ya KJA'yê Dîlek Acer daxuyaniya çapemeniyê xwend. Acer balê kişand ser rola jinê ya di pêşxistina aboriyê de û diyar kir ku di dîroka şaristaniyê de ev rastî nehatiye dîtin û keda jinê hatiye bênirxkirin. Acer destnîşan kir ku ew ji bo ji nû ve binavkirina aboriyê û nîqaşkirina rola jinê ya di aboriyê de dixwazin bicivin.

Acer da zanîn ku di vê çarçoveyê de dê di 27-28'ê Sibatê de li Amedê Konferansa Aboriyê ya Jinê were lidarxistin û beriya konferansê jî xebatên atolyeyê werin lidarxistin.

Dîroka atolyeyên ku dê were lidarxistin bi vî rengî ye:

Atolyeya Aboriya Komunal a Demokratîk - 13 Sibat 2016, Wan
Atolyeya Çandiniyê - 17 Sibat 2016, Amed
Atolyeya Bazar, Eko-Endustrî û Hebûnên Xwezayî - 20 Sibat 2016, Êlih
Atolyeya Keda Jinê - 21 Sibat 2016, Mêrdîn

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN