Firoşkarên seyyar ên binçavkirî, hatin berdan
WAN (DÎHA) - Duh li Erdîşa Wanê 5 firoşkarên seyyar ên hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
Li Erdîşa Wanê duh polîsan dezgehên tûtin û hilberînên tûtinê desteserkiribûn û 5 firoşkarê seyyar binçavkiribûn.  Firoşkarên seyyar ên ku hatibûn binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan îro li dozgeriyê îfade dan. 5 firoşkarên li dozgeriyê îfade dan, dezgeh û hilberînên wan hatin desteserkirin û ew hatin berdan. 
(red)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							