Li Ozbekîstanê Mirziyoyev bû namzetê serokdewletiyê
 
								
							16 Îlon
									
										11:29
										2016
									
								NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)  - Misoger bû ku wê Serokdewletê demkî yê Ozbekistanê Şevket Mirziyoyevî di hilbijartina serokdewletiyê ya 4'ê Berfanbarê de bibe namzet. 
Komîteya Hilbijartina Navendî ya Ozbekîstanê  diyarkir ku Şevket Mirziyoyev ji bo hilbijartina serokdewletiyê weke namzet hatiye nîşandan. 
Ji ber ku Serokdewletê berê Islam Kerîmovî di 2'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da bû li Ozbekistanê hilbijartina pêşwext a serokdewletiyê çêdibe.
(ot)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							