Çiyayê Bagokê ji hêla balafirên şer ve hat bombekirin

22 Îlon
18:38
2016
MÊRDÎN (DÎHA) - Qontarê Çiyayê Bagokê ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin û piştî bombebaranê li herêmê şewat derket.
Balafirên şer ên artêşa tirk li qontara Çiyayê Bagokê herêma dikeve navbera gundên Xirbêmişka, Sêdirê û Marînê yên navçeya Nisabîna Mêrdînê bombebaran kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin bombebaran şevê din derdora saet 24.00-01.00'an de pêk hatiye û piştre li herêmê şewat derketiye. Welatiyên herêmê dema xwestin biçin agir vemirînin ji hêla cendirmeyan ve hatin astenkirin.
Şewata ku derketî her diçe li heremê belav dibe û cendirme destûrê nadin welatî agir vemirînin.
(kom/no/ms)