DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Erkan Baş û kesên pêre dê sibe derxînin edliyeyê

 
25 Îlon
14:48 2016


STENBOL (DÎHA)
- Serokê Giştî yê Partiya Komînîstên Gelê Tirkiyeyê (HTKP) Erkan Baş dema balevokên bi îmzeya Tevgera Yekbûyî a Hezîranê (BHH) belav dikir bi 14 kesan re ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Hat ragihandin ku dê Baş û kesên pêre sibê derxînin edliyeyê.

Li Kadikoya Stenbolê Serokê Giştî yê Partiya Komînîstên Gelê Tirkiyeyê (HTKP) Erkan Baş dema balevokên bi îmzeya Tevgera Yekbûyî a Hezîranê (BHH) ên "Em ê laîkiyê bidest bixin" belav dikir bi 14 kesan re ji aliyê polîsan ve hat derpkirin û hat binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku parêzer Onur Guneş dane Erkan Baş bi 14 kesêan re hat binçavkirin, ji vana 12 zilam biriye Şubeya Ewlehiyê ya Midûryeta Polîsan a Stenbolê û 2 jin jî birine Qereqola Polîsan a Rihtima Kadikoyê.

Guneş, anî ziman ku şevê din bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk aniyê û wiha got: "Rewşa wan bi giştî baş bû lê ji ber Erkan Baş bi desp kirinê hatibû binçavkirin, stu, rû û destên wî reş û şîn bûne."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN