Welatiyek li Silopiya hat binçavkirin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Silopiya welatiyê bi navê Botan Acar hat binçavkirin.
Li taxa Yenîşehîr a Silopiya Şirnex duh tîmên taybet û polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Botan Acar de girtin û ew binçav kirin. Hat zanîn ku Acar bi hinceta, "alîkarî daye rêxistinê" hatiye binçaçkirin.
Acar li Miduriyeta Polîsan a Silopiya tê ragirtin.
(kom/no/mae)