DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm ji ÎŞ-KUR'ê 100 karker xwest

28 Îlon
15:04 2016

AMED (DÎHA) - Hat hînbûn ku qeyûma Şaredariya Sûrê 100 karker ji ÎŞ-KUR'ê xwestiye.


Piştî tayînkirina qeyûma ser Şaredariya Sûrê ya navçeya Amedê, şaredarî 17 roj in di bin dorpêça hêzên dewletê de ye. Qeyûm ji bilî karên zewac, zabita û paqijiyê tu xizmetê nade gelê Sûrê. Li aliyekî şaredarî di bin dorpêçê de ye û di aliyekî jî ligel xizmet nayê kirin niha jî dixwazin karkeran bigirin kar.

Hat hînbûn ku qeyûmê Şaredariya Sûrê 100 karker ji ÎŞ-KUR'ê xwestiye û ha zanîn ku ÎŞ-KUR jî amedekariya 100 xebatkarên ji bo Sûrê dike.

(bî/bg/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN