DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Alên li Şaredariya Farqînê hatin rakirin

 
29 Îlon
11:53 2016

AMED (DÎHA) - Li Şaredariya Farqînê alên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn daliqandin, hatin rakirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî ku di 11'ê îlonê de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, li avahiya şaredariyê polîsan 3 alên tirkan daliqandibûn. Alên ku hatibûn daliqandin duh bi şev hatin rakirin. Alên ku bi rojan e li şaredariyê hatine daliqandin çima û ji aliyê kê ve hate rakirin nayê zanîn.

Li aliyê din wesayîtên zirxî yên li dora şaredariyê, TOMA û barîqatên hatine çêkirin hê jî li dora şaredariyê ne. Polîs jî li ber deriyê şaredariyê nobetê digirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN