Mîhrîcana Filman a Axtamara bi dawî bu
15 Cotmeh
									
										22:54
										2016
									
								WAN (DİHA) - 3'emîn Mihrîcana Fîlman a Axtamara ku li Wanê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Sînemaya Rojhilata Navîn ve pêk hat, bi dawî bû. 
3'emîn Mihrîcana Fîlman a Axtamara ku li Wanê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Sînemaya Rojhilata Navîn ve pêk hat rastî eleqeyek mezin hat. Mihrîcana bi silogana "Ji dengê xwezayê, ronahiya dîrokê û heqîqeta jiyanê" di navbera 7-15'ê Cotmehê de li Navenda Çandê ya Nûda pêk hat, bi konserê bi dawi bû. Di mihîcane de 9 filmên dirêj 29 fîlmen kin, 11 belgefilm hatin peşandan. Mihrîcan bi Koma Muzîkê ya Îranê Koma Heray bi dawi bû. 
(mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							