Bêîstîkrariya civakî û aborî, dê bi xwe re siyasatek nû bîne
RÊDÛR DÎJLE
AMED(DİHA)- Di 93 salê Komara Tirkiyeyê û di serdemên 65 hikûmetên heta niha hatine avakirin de, dema mirov li rêjeyên mezinbûyîna aboriya wê û ji salên 80’yî heta niha li paydariya wê ya ji aboriya cîhanê girtiye dinihêre, dîmeneke kulek û çolax derdikeve pêşberî mirov.
Di hemû rejîmên polîtîk de siyaset, civakîbûyîn û aborî bi awayekî cuda xwe didin der û ji van têgehan bêîstikrariya yekê, bandorê li her duyên din jî dike. Çawa ku aborî bandorê li polîtîkayê dike, polîtîka jî bi heman awayî bandorê li aboriyê dike û rêya wê diyar dike. Lê ji bo îstîkrariya îktîdara siyasalekê, îstîkrara aborî tenê têrê nake. Li gel vê, îstîkrara civakîbûyînê jî bivê nevê ye û îstîkrariya her sê têgehan mezinbûyîn û pêşketina welatekî dide der.
Li welatekî heke rêjeya bêkarîtiyê zêde be, cariya vekirî, kêmatiya budçeyê, enflasyon û mezinbûyîna potansiyelê ne li gor mezinbûna aboriyê be û hevsar ji dest stendibe, li wî welatî nexwe bêîstîkrariya aboriyî heye. Heke îktîdara siyasal wê rayeya ku ji gel stendiye, karê ku dike piraniya gel wî karî tesdîq nekin û piştevaniya wê nekin, sererastkirinên zagonî li gor berjewendiyên îktîdara xwe sererast bike li wî welatî bêîstîkrariya siyasal heye. Heke di warê civakîbûyînê de, fikrên civakê û yên îktîdarê ne li gor hev bin, xwpêşandan, protesto û serîhildan zêde bin, li wî welatî bêîstîkrariya civakiyî heye.
Li Tirkiyeyê temenê her hikûmetekê di navbera 1,4-1,5 mehan de ye
Di pergala siyasî ya tirk de ji 1923’yan heta niha 65 hikûmet hatine avakirin. Bi nêvengî temenê her hikûmetekê di navbera 1,4 (sal û çar meh) – 1,5 (sal û nîvekê de ye. Ev dîmen ji avakirina komarê heta niha dide der ku, bê li Tirkiyeyê avakirina hikûmetekê çiqas zehmet e. Ev zehmetbûyîn hem bandorê li pergala siyasî, hem jî li îstîkrara aborî û civakîbûyînê dike.
Di çarçoveya îstîkrariya her sê têgehan de, dema mirov li rêjeya mezinbûyîna aboriyê ya 65 hikûmetên Tirkiyeyê û di serdema her hikûmetekê de paydariya Tirkiyeyê ya ji aboriya cîhanê girtiye dinihêre, birêvebirineke qels û bêîstîkrariyeke mezin xwe dide der.
Di serdemên her hikûmetekê de rêjeya mezinbûyîna aboriyê û bêîstikrariya aboriyê
*Di serdema îktîdara tekpartîbûyîna CHP’ê (1923-1950) de rêjeya mezinbûna aboriyê 8,1 e.
*Di serdema îktîdara DP’ê (1950-1960) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 6,4 e.
*Di serdema hikûmeta leşkerî ya MKB (1960-1961) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 3,9 e.
*Di serdema koalîsyona CHP’ê (1962-1965) de rêjeya mezibûyîna aboriyê 5,8 e.
*Di serdema îktîdara AP’ê (1965-1971) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 5,4 e.
*Di serdema hikûmeta leşkerî a derbeya 12’ê Adarê de(1971-1974)rêjeya mezinbûyîna aboriyê 5,4 e.
*Di serdema koalîsyona AP’ê (1975-1977) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 7,0 e.
*Di serdema hikûmeta derbeya 12’ê Îlonê (1980-1983) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 2,7 e.
*Di serdema îktîdara ANAP’ê (1983-1991) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 5,0 e.
*Di serdema koalîsyona DYP’ê (1992-1996) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 4,6 e.
*Di serdema koalîsyona ANAP’ê (1997-1999) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 2,4 e.
*Di serdema koalîsyona DSP’ê (1999-2002) de rêjeya mezinbûyîna aboriyê 1,4 e.
*Di serdema îktîdara AKP’ê de (2002-2016-didome) de rêjeya aboriyê niha 4,82 ye.
Di salên 80 û 90’î de çawa ku îstîkrara siyasî, aborî û civakiyî dihat niqaşkirin, dema meriv li daneyan dinihêre di salên 2000’î di serdema AKP’ê de jî ev nîqaş tên kirin û zêdetir bûne.
Paydariya ku Tirkiye ji aboriya cîhanê werdigire
IMF (Internatîonal Monetary Fûnd) bi awayekî dîtir Fona Pereyî ya Navnetewî ku ji salên 1980’yî heta niha daneyên paydariya welatan a ku ji aboriyê cîhanê para wan dikeve parve dike. Li gor daneyên IMF’ê yên têkildarî paydariya Tirkiyeyê, diyar dibe ku pêşeroja Tirkiyeyê, nexwasim jî di serdema îktîdara AKP’ê de nebaş xuya dike.
Rêjeya paydariya ku Tirkiye di sala 1987’yî de ji aboriya cîhanê wer girtiye ji sedî 1,41 e. Herî zêde di sala 1998’an de ji sedî 1,42 ye. Li gor texmînên IMF’ê di serdema hikûmeta AKP’ê de paydariya ku Tirkiyeya dê ji aboriya cîhanê werbigire, dane wiha ne:
*2016: 1,40
*2017: 1,39
*2018: 1,39
*2019: 1,39
Ji daneyên IMF jî diyar dibe ku Tirkiye paya ku ji aboriya cîhanê wergirtiye zêde nekiriye û di serdema AKP’ê de ev paydarî kêmtir dibe. Lewra dema mirov li di vê çarçoveyê de li daneyên aboriyê ya 14 salên AKP’ê dinihêre dîmenek wiha dertê pêşberî mirov:
*Dema AKP di 2002’yan de bû îktîdar: Mezinbûyîn: 6,2(%), Bêkarîtî: 10.8(%), Cariya Vekirî: -0.3(%) bû.
*Di 2016’an de di van rêjeyan de qelsbûyîn heye: Mezinbûyîn: 3,9(%), Bêkarîtî: 10.3(%), Cariya Vekirî: -4,5(%).
Li welatekî heke îstîkrara aborî û civakiyî her biçe qels û lawaz bibe, li wî welatî pirsgirêka herî mezin ji bêîstîkrariya siyasal e. Ku ev jî nîşaneya dê bêîstîkrariya aborî û civakiyî, bi xwe re siyasaleke nû derxe holê.
(mae)