Guven: Kurdistan ji ber dewlemendiya xwe rastî derstdirêjiyê tê
ÊLIH (DÎHA) Yekîtiya Odeya Esnaf û Senetkaran û Şaredariya Bajaroka  Gîrêsîran konferansa  aboriyê pêk anî. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku ji ber axa Kurdistanê gelek dewlemend e her dem hêzên dagirker desteser kiriye. 
Konferasn bi tevlîbûna  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr,  DBP, HDP,  KJA, Mîrovên Kar  û gelek nûner û rêveberên saziyên civaka  sîvîl  li Salona Petrol Îşê  pêk hat. Li  salonê pankarta  “Ji bo jiyanekî   azad aboriya demarokrasi” hat daliqandin.  Di konferansê de ji bo kesên di têkokşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin. 
‘Ji bo jiyanek aramî dest bi projeyên aştiyê bikin’
Serokê Odeya Esnaf û Senetkarên Êlihê Talat Kara  bixêrhatina her kesî axaftina vekirinê kir. Talat rewşa esnafên Êlihê  rawestiya û wiha axivî: “Tirkiyê di pêvayokeyek gelek  girind de derbas  dibe.  Bi tayinkirina qayumê re li bajêr  aloziyên mezin çêdibin û pêşiya ve nayê girtin. Lewra  em  li vir bang li hikûmetê  dikin ku bila dev ji  polîtikayên xwe berde  û ji bo jiyaneke azad gav bavêje. Disa  em dibêjin ku  ji bo  jiyanek aramî dest bi  projekî  aştiyane  bikin." 
‘Kurdistan her tim  rastî mêtingeriyê hatie’
Hevseroka  KCD’ê  Leyla Guven  li  ser aboriya demokratik  a li Kurdistanê pê kirin jî ev tişt got: “Erdnîgariya   Kurdistanê  gelek mezin û dewlemend e û em jî li ser vê erdnîgahiyê dijin.  Ev erdnîgarî  her  tim rastî dest dirêjiya deshîlatdaran hatiye. Rastiyek din jî heye ku dewlemendiya   erdnigariya  Kurdistanê  tu çarî nehatiyê ditin û her tim xwîn li ser hatiyê rijantin. Gelo me qet ji xwe pirsiye ku çima em  ji endnîgahiya xwe dur in. Ji ber ku  em li av, ax û xweyaya  xwe heya niha xwedÎ derneketinê. Divê em wek gelê kurd xwedî lê derkevin û bêjin ev erdnigarî ya me ye û em ji bo xwe çêbikin.”
‘Ji ber şaredarî xizmeta gel dikir, qayûm tayinkirin’
Leylayê anî ziman ku gelê kurd bi sed salan e li ser erdnîgariya  xwe wek  teror  hatinê ditin û li ser erdên xwe hatine qetilkirin û axaftina xwe wiha  domand: “Li Elîh sifta ku li  tu der  nayê dîtin heye. Ji ber vê yekê jî dewlet tu carî dest ji Êlihê bernade û xizmeta gel jî nake.  Di hilbijartinan Şaredariya Êlihê me kar kir. Lê bila baş bê zanin ku  her çiqas şaredarî di destê me de bû jî serweriyê dewletê dikir û hemû  pere ji ji dewletê re diçûn.  Piştî ku ditin şaredarî bi komîn aboriya xwe bidest  dixe û ji gel re xizmetê dike qayûmê tayinkirin û şaredariyê ji me standin.”
Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de desnîşan kir ku 80 sal e komara  Tirkiyê  li Kurdistanê xizmeta gelê kurd  nekirine û ligel vê yekê her  tim li Kurdistanê polîtîkayê qirêj dane destpêkrin û gel kişandin nav qirêjiyê. Leyla di konferansê de  bahsa  jiyana  komînal kir û got ku jiyana komînal  ji nav gelê kurd derketiye û  niha bi giyanê  komînal  em li hemberî  hişmendiya deshîlatdar têbikoşin. Leyla wiha  pê de çû: “Jiyana komînal ji xwe dur nebînin, ji ber ku  niha jî li gundên Kudistanê gel komînal hene.  Bi  avakirina bajaran ve jiyana kominal hate winda kirin. Ji ber ku  dewlet  bi hişmendî gundan vala kir xwest  gel  ji hev bike û jiyana komînal ji holê rake.  Em jî we KCD’e bi gelê xwe re ne û dibin sîwana KCD’ê de bi komînalî  têbikoşin aboriya xwe bi destbixin,”
Leyla di dawiyê de li ser rola jinê jî rawestiya û got ku di birêxistina aboriyê de rol û mîsyona jinê gelek giring û mezin e. Leyla  bilêv kir ku eger aborî bikeve destê jinê  dê wê demê aboriya civakê çareser  bibe. Em bi jinan bawarin ku dê jin  bi ser bikevin. 
Konferans bi axaftinana berdewam dike. 
(kom-mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							