Balafirên şer 3 welatî qetilkirin
24 Cotmeh
09:59
2016
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Balafirên şer ên artêşa tirk gundê Mawata ya Mêrgesorê gundiyên ku masî digirtin bombebarankirin, 3 kes hatin qetilkirin.
Balafirên şer ên artêşa tirk gundê Mawata ya bi ser bajaroka Mêrgesor a Hewlêrê bi şev bombebadarkirin. Di encama bombebaranê de 3 welatiyên ku ji bo masî bigirin çûbûn ber cem hatin qetilkirin. Hate hînbûn ku welatiyên ku hatine qetilkirin Herbî Elî û Mîxdad Elî yên birayên hev in û welatiyê bi navê Îmad Mele Temir e.
(sa)