'Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan' hat taloqkirin
24 Cotmeh
									
										10:17
										2016
									
								NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)-  Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li Wargeha Mexmûrê dihat lidarxistin, îsal ji ber rewşa ewlehiyê hat taloqkirin.
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku her du sal carek li wargeha Mexmûrê di 24-25’ê Cotmehê de tê li dar xistin,  îsal ji ber sedemên siyasî û leşkerî yên li herêmê rû didin,  ji bo demek ne diyar hat taloqkirin.
 
Komîteya amadekar a mîhrîcanê têkildarî mijarê ku daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  “7’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ji ber sedemên siyasî û leşkerî yên li herêmê rû didin, ji bo demek ne diyar hat taloqkirin.”
 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							